Diyarname
Nûçegîhan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz qeza kiribû û bi giranî birîndar bûbû, îro mir.
Rojnameger Helkewt Ezîz ji sala 2015'an ve ji bo Rûdawê de kar dike. Ew hem nûçegîhan hem berfirê ofîsa Rûdawê ya Bexdayê bû. Ezîz duh li ser rêya Bexda-Besrayê qezaya trafîkê derbas kir û bi giranî birîndar bû. Ezîz îro piştî nîvro canê xwe ji dest da.
Rojnameger Ezîz yek ji kurdên Kerkûkê bû, lê li Hewlêrê hatibû dinê. Malbata wî koçî Hewlêrê kiribû. Wî li Enstîtuya Hunerên Bedew a Kerkûkê Derhêneriya Beşa Şanoyê xwendibû. Ev dor 15 salan e di karê çapemeniyê de bû. Ew ji sala 2015'an ve ji bo Rûdawê kar dike. Berê Rûdawê wî li Kerkûkê di hin kanalan de kar kiribû.


