Diyarname
Midûrê Karên Îdarî yê Dewleta Rusyayê Vladimir Kojin da zanîn ku rêberê Şoreşa Bolşevîkan Vladimir Lenin wê li cihê xwe bimîne.
Ji zû de ye hin dixwazin cenazeya Lenîn ku li Qada Sor e bigirin binax bikin. Kojin ji bo radyoya Rus Eho Moskovê axivî û wisa got: "Lenin wê li ber dîwarê Kremlin yan jî li ciheke din neyê binaxkirin, plan an fikreke wan a wisa nîn e. Di demeke nêzîk de jî wê planeke wisa nîn be.
Li ser pirsa "Wê mozoleya Lenin bê girtin yan na" jî Kojin wisa bersiv da: "Girtina mozoleya Lenin ne di rojevê de ye. Ev yek di çapemeniyê de her tê nîqaşkirin. Bersiva me ya di vî warî de gelek hêsan e: Kes ne xwedî planekê ye ku mozoleya Lenin bigirin."
Kojin got ku civaka rusan bi awayekî erênî li meseleya binaxkirina Lenin nanêre.