Diyarname
Pirtûkek nû ku şerha gotinên pêşiyan dike bi navê "Lalezar" derket. Pirtûk ji aliyê Mela Husnî Hezîn ve hatiye amadekirin.
Navê pirtûk ê dirêj wekî "Lalezar, bi şîret û hîkmet û hîkayeyan şerha gotinên pêşiyan" e. Mela Husnî Hezîn pirtûk amade kiriye û pirtûk ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.
Di pirtûkê de 118 gotinên pêşiyan hene ku Mela Huisnî Hezîn bi şêwaza xwe, bi helbest û hîkeyayan ew şirove kirine; aliyê wanh ê hîkmet û înfanî derxistiye pêş.
Amadekarê pirtûkê wekî qanûnê giştî yê kurdan li gotinan nêriye û ew nirxandine.
Mela Husnî Hezîn kî ye?
Mela Husnî Hezîn di sala 1943'yan de li gundê Tûmikê yê Gêxiya Çewligê hatiye dinê. Ew ji sala 1966'an heta 1987'an mehatî dike; di vê navberê de dersa feqiyan dide. Ji bilî vê pirtûke wî hin dîwan jî nivîsîne.
- Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan / Mela Husnî Hezîn / Nûbihar / 296 rûpel / 2023 / Folklor


