Diyarname
Ji sînemaya îtalyan sê fîlm û belgefîlmekî di vê mehê de li Stenbolê derdikevin pêşberî temaşevanên sînemayê. Di fîlmekî de lîstikvan Sharon Stone (Di fîlmê "Un Ragazzo D’oro" de) ye.
Aksanat û Navenda Çanda Îtalyan bi hev re vê mehê 4 fîlmên rojevî tînin Stenbolê û li Aksanatê têne nîşandayîn.. Di nav van de 3 fîlm hene û yek jî belgefîlm e. Fîlm bi îtalyanî û bi jêrnivîsa tirkî têne nîşandayîn. Fîlm bê pere têne nîşandayîn û yên bixwazin temaşe bikin berî nîşandayînê divê vexwendnameyan ji navenda Aksanatê bêne girtin.
Ji fîlman Le Cose Belle (Tiştên Xweş) 9'ê mehê hat nîşandayîn û her sêyên din jî di van roj û saetan de dê bêne nîşandayîn:
- Un Ragazzo D’oro / Zarokek Zêrîn / 16 Rêbendan 2018, Sêşemı, Saet: 19.00
- Sei Mai Stata Sulla Luna / Tu Qet Çûyî Hîvê? / 23 Rêbendan 2018, Sêşem, Saet: 19.00
- Italo / 30 Rêbendan 2018, Sêşem, Saat: 19.00