DURSUN AYDEMİR
Parlemena Ewropayê ji bo balê bikişîne ser Civîna Komîteya Herêma Yekîtiya Ewropayê Kûpaya Cîhanê ya 2006'an anî Brukselê.
Kûpaya Dinyayê ku Îtalyayê di sala 2006'an de bi dest xistibû 36 santîm bilind, 5 kîlo gran û ji 18 eyar zêr hatiye çêkirin. Kûpa hefteyekê dê li Brukselê bê pêşkêş kirin.
Organîzatorê bi eslê xwe îtalyan Fillippo Terruso got: "Ev kûpa yekem car derdikeve derveyî Îtalyayê. Her kesê bixwaze dê bikaribe kûpayê bibîne. Ji bo em kûpayê bînin me gelek zehmetî kişand. Di dawiyê de kûpaya herî girîng a cîhanê ye û heta niha bi hezaran kes ji bo kûpayê bibîne ketiye rêzê."
Îtalya di tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya 2006'an de di fînalê de bi Fransayê re lîstibû. 90 deqîqeya maçê 1-1 bi dawî bûbû û dûre penaltî hatibûn avêtin. Di encamê penaltiyan de Îtalyayê bi 5-3 Fransa têk biribû û kûpa biribû mala xwe.
Ji ANF'ê hatiye girtin