Diyarname
Pirtûka “Xelata Zindî” ya çîrokan ji aliyê Mahir Bagok ve hatiye nivîsîn û ji Weşanên Na derketiye. Di pirtûkê de 13 çîrok hene.
Mahin Bagok ev nêzî 20 salan e girtî ye. Bi vê pirtûkê re bû 13 pirtûk ku ji girtîgehê dinivîse û tê weşandin, loma jî di pirtûkê de 13 çîrok bi cih kiriye. Di çîrokan de bi zimanekî hestiyar, bale dikişîne ser têkoşîn û berxwedana Rojava.
Di her çîrokê de wêneyekî cuda yê şer û bandora wê ya li ser jiyana mirovan heye.
Bi vê berhemê, Bagok careke din xwendevanan ber bi kûrahiya serpêhatiyên mirovî yên di nav agirê şer de dibe; kitekitên jiyana takekesî deriyê çîrokên civakê li xwendevanan vedike.
Mahîr Bagok kî ye?
Nivîskar Mahîr Bagok di sala 1981'ê de li Nisêbîna hatiye dinê. Ji sala 2005'an vir ve ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Nivîs û helbestên wî di kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin.
Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
1- Deriyê Sibehê / Helbest / 2011 / Weşanên Lîs
2- Pênc Kulîlkên Zivistanê / Kurteçîrok / 2012 / Weşanên Lîs
3- Dewsa Ramûsanên Birûskan / Kurteçîrok / 2013 / Weşanên Lîs
4- Sîya Nepenê / Roman / 2015 / Weşanên Na
5- Bêrîrehê / Helbest / 2017 / Weşanên Ava
6- Kefiyên Cihêreng / Roman / 2016 / Weşanên Lîs
7- Nîgarên Hebûna Xewnerojkan / Helbest / Weşanên Ava
8- Dilsîda / Helbest / 2020 / Weşanên Ava
9- Henesa Jiyanê / Roman / 2022 / Weşanên Na
10- Çavqirpandina Bêrîyê / Novel /2023 / Weşanên Na
11- Tûrikê Bûnewer / Roman /2023 / Weşanên Na
12- Mezopotamya / Helbest /2024 / Weşanên Na
13- Xelata Zindî / Çîrok / 2024 / Weşanên Na
- Xelata Zindî / Çîrok / Weşanên Na / 140 rûpel /2024