Diyarname
Li Çarşiya Dişkapî bu 687 dikan têde hebûn hemû şewitîn, bûn xwelî. Di nav wan de gelek dikan jê yê kurdan bûn.
Li Dişkapiya Altindaga Enqereyê duh bi şev agir bi Çarşiya Dişkapiyê ket. Li çarşiyê 687 dikan hebûn. Hemû şewitîn. Di nav van dikanan de gelekê wan jî yê kurdan bûn. Ji Amedê heta Mêrdînê gelek kurd li çarşiyê xwediyê dikanan bûn. Bi hezaran kesî ji çarşiyê debara xwe dikir. Çarşî hemû şewitî, zerar gelek mezin e.
Şaredarên Bajarê Mezin ê Enqereyê, Waliyê Enqereyê û rayedarên din çûn çarşiyê û lêkolîn kirin. Rayedaran ragihand ku dê çarşiyê ji nû ve saz bikin.
Dikandarên li çarşiyê li bendê ne ku dikan hem çêbibin, hem dewlet zirarê wan bide.
Her wiha hat gotin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melih Gokçek, midûrê îtfaîyeyê ji ber bûyerê ji kar girtiye.


