Diyarname
Hikumeta AK Partî "3'yemîn Paketa Edaletê" derxist. Bi vê paketê re li bendê de ku li dor 10 hezar kesî serbest bê berdan.
Di vê çarçoveyê de pêşî parêzerê Mebûsê BDP'ê yê girtî Faysal Sariyildiz serî li dadgehê da û xwest Sariyildiz serbest bê berdan lê dadgehê ev daxwaz red kir. Roja 10'ê mehê dadgehê daxwaza Mebûsê BDP'ê yê girtî Îbrahîm Ayhan jî red kir û her du mebûs jî nehatin berdan. Lê heman rojê dadgehê kujerên Komkujiya Bahçelievlerê Bunyamin Adanalhi û Unal Osmanagaoglu serbest berda.
Unal Osmanagaoglu û Bunyamin Adanali, di 9'ê kewçêra 1978'an de 7 endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) xwendekar kuştibûn û ji ber vê yekê pêşî 7 caran cezaya muebbetê girtibûn. Paşê ev cezaya wan veguherîbû muebbetê.
Niha jî bi vê zagonê Osmanagaoglu û Adanali serbest hatin berdan. Lê mebûsên girtî ku tenê ji ber fikrên xwe girtîne serbest nehatine berdan.