Diyarname
Ji bo 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê li Rojava bernameyeke berfireh hatiye amadekirin. Li 9 navendan, 16 kom dê çalakiyan li dar bixin.
TEV-ÇAND'ê (Tevgera Mezopotamya a Çand û Hunera Demokratîk) bername amade kiriye.
Bername bi vî rengî ye:
KANTONA CIZÎRÊ:
- Li Dêrikê, li Navedna Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahî û bîranîn bê lidarxistin û lîstikek bê lîstin.
- Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Girkê Legê dê şahî û bîranîn werin lidarxistin û 2 lîstik bêne lîstin.
- Rojên 27 û 28’ê adarê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo 6 lîstikên şanoyê bêne lîstin, şahî û bîranîn bê organîzekirin.
- Li Hesekê, li Navenda Çandê ya Xabûr dê şahî û bîranîn werin lidarxistin û lîstikeke şanoyê li dar bikeve.
KANTONA FIRATÊ:
- Li Kobanî, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido lîstikek şanoyê bê lîstin, şahî û bîranîn bê organîzekirin.
KANTONA TEQBAYÊ:
- Li navenda Çandê ya li Tebqayê dê şanoyek were pêşandan, şahiyek û bîranîn werin lidarxistin.
KANTONA REQAYÊ:
- Li Reqayê, li Navenda Çandê ya li Reqayê dê şahî, bîranîn û lîstikek şanoyê bê lidarxistin.
KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ:
- Li navçeya Ehdasê li Navenda Çiyayê Kurmênc şahiyek bê organîzekirin. Lîstikek şanoyê jî wê bê lîstin..
Li aliyê din şehîd Yekta Herekol jî wê li ser gora xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bê bibîranîn.