Diyarname
Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku îsal 30'emîn car li dar ket êvara 8'ê mehê li Kolna Almanyayê bi merasimek bi dawî bû. Di şevê de xelat hatin belavkirin.
Meta Huseyîn Çelebî ya bi navê Zeynep Çelebî derket ser dikê û silav li mêvanan kir. Çelebî got "Birê min Rifat û Huseyîn ji bo me têkoşîneke hêja û jiyaneke bi rûmet hişt. Ew her di dilê gelê kurd de ne. Ez wan bi hurmet bibîr tînim."
Di şevê de hunermend Firmesk, Rêber Serhed û Suna Alan stranên xwe pêşkêş kirin. Koma folklorê Koma Romanî jî govend gerandin.
Di şevê de ev xelat hatin belav kirin:
- Serketiyên Beşa Helbesta Kurdî:
Kurmancî:
1. Xemeke Keserkêş: Ferzan Roj
2. Ger xwe nekujim: Welat Xerîb
3. Bê te Bûnî: Mucahit Kaya
Kirmanckî (Zazakî):
1. Boyê Zembule: Şîlan
2. Vengê Azadî: Arzun
3. Xo vira meke : Dilbirîn
- Serketiyên Beşa Çîroka Kurdî:
1. Jin Aryen: Veroz
2. Jiyaneke Dorpeçkiri: Seyitxan Akyuz
3. Gurên Duling: Awaz Botan
- Serketiyên Beşa Helbesta Tirkî:
1. Boşverin: Anonim
2. Her Bekleyiş: Zuhat Zana
3. Dovuşenlere Alkiş: Emre Genç
- Serketiyên Beşa Çîroka Tirkî:
1. Berfin’nin Hikayesi: Zeynep Nergiz
2. Onu da mi soyledin?: Eylem Kahraman
3. Uzman çavuşlar ve korucular: Mehmet Baytimur
- Serketiyên Beşa Helbesta Almanî:
1. Ein Gedicht und ein falue: Alina
2. Spinnerinnen : Carina
3. Diaspora: Hevidar


