Stenbol
Piştî Waliyê Stenbolê got ew destûrê nadin ku 18'ê mehê Newroz bê pîroz kirin, Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak got: "Li hemberî biryara Walîtiyê em ê di 18'ê adarê de li Kazliçeşmeyê bin."
Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu, diyar kir ku ew destûrê nadin ku BDP roja yekşemiyê li Qazliçeşmeyê Newrozê pîroz bikin û got dikarin di 21'ê Adarê de pîrozbahiyê pêk bînin.
Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak, anî ziman ku berî biryarê ji wan re bêjin biryar ragihandine çapemeniyê û armanca vê yekê manîpulasyon e û wiha dom kir: "Divê walîtî berê ev biryar ragihanda komîteya Amedakar a Newrozê. Lê biryar pêşî ragihandin çapemeniyê. Piştî me bi rayedarên walîtiyê re hevdîtin kirin me agahî girt. Lê em wekî BDP û gelên ku Newrozê pîroz dikin dê di 18'ê adarê roja yekşemiyê li Qada Kazliçeşmeyê ya Zeytînburnuyê bibin. Em bi paş ve gav nav avêjin."
Kolçak got ku niha bi parlementerên bajar re ji bo mijarê binirxînin di cîvînê de ne û dê saetên pêş de têkildarî mijarê agahiyan bidin raya giştî.