Diyarname
Li Hollywoodê piştî 63 salan greveke mezin li dar dikeve. 10 hefte berê bi nivîskarên Hollywoodê grevê dest pê kiribû niha lîstikvanan jî piştgirî da wan û dest bi grevê kirin.
Lîstikvanê navdar George Clooney jî eşkere kir ku ew piştgirî dide vê grevê. Bi vê grevê piyaseya Hollywoodê hatiye asta rawestandinê.
Clooney ku ji bo CNN'ê axiviye wisa gotiye, "Ev grev ji bo sektorê gave werçerxê ye. Gelek lîstikvan û nivîskar di nav zehmetiyê de ne. Ji bo sektor li ser piyan bimîne divê tiştin biguherin. Ji bo lîstikvanan ev rêwîtiya guherînê niha dest pê dike."
Piştî 63 salan
Piştî 1960'î yekemîn car e li Hollywoodê grev dest pê dike. Li Los Angelesê bi sedan lîstikvan li ber studyoyên fîlm û televîzyonê yên wekî Warner Bros, Paramount, Netflix, Disney, Amazon, Sony, 20th Century Fox û Sunset Gower hatin ba hev û çalakî li dar xistin.
Bi sedan nivîskar û lîstikvan li hemberî meaş û "mejiyê zîrek ê teknolojî" hevdîtin çêkiribûn, lê ji ber ku li hev nekirin dest bi grevê kirin.
Wê bandorek çawa bike?
Bi vê grevê îhtîmal ew e kişandina fîlmên wekî Avatar, Deadpool û Gladyator raweste. Dîsa tê gotin ku ger lihevkirin çênebe serdema pêşiya me dê bandorê li kişandina rêzefîlmên wekî Stranger Things, Family Guy û The Simpsons bike.