Diyarname
Maçên duyemîn ên Lîga Ewropayê ya UEFA'yê îro hatin lîstin. Roma ku hefteya borî li mala xwe Leverkusen 1-0 têk biribû, îro li Almanyayê bû.
Maça Leverkusen û Romayê bi 0-0 bi dawî bû. Bi vê encamê Roma derket fînalê.
Di maça din de hefteya borî li Îtalyayê Juventus û Sevilla nekarîbûn hev Têk bibin, maç bi 1-1'ê bi dawî bûbû. Di maça îro ya li Spanyayê de maç hê didome.
Di deqîqeya 65'an de Juventus bi Vlahovic bi 1-0 derket pêş. Sevillayê di deqîqeya 71'ê de bi goleke mikemel a Suso bersiv da û maç bi 1-1 bi dawî bû. Bi vê yekê maç derbasî 30 deqîqeyên zêdek bû.
Sevilla ku di temamê maçê de serdest bû di deqîqeya 95'an de bi gola Erik Lamela 2-1 derket pêş. Di deqîqeya 115'an de Marcos Acuna qerta sor girt, Sevilla ma 10 kes.
5 deqîqeyên zêde jî hatin lîstin û encam: Sevilla derket fînalê, bû reqîbê Romayê. Maça fînalê ya Lîga Ewropayê ya UEFA'yê dê roja 31'ê gulanê, saet 22.00'an de li Stada Puskas Arena bê lîstin. Puskas Arena ku li Budapeşteya Macaristanê ye, cihê 67 hezar û 215 kesî têde heye. LÎGA KONFERANSÊ Li aliyê din di Lîga Konferansê de jî maçîn nîv fînalê hatin lîstin. Tîma îngilîz West Ham United AZ 1-0 têk bir û derket fînalê. Di maça din de jî tîma îtalî Fiorentina li Baselê ew bi 3-1 têk bir û bilêta fînalê girt. Fiorentina û West Ham United 7'ê meha pêşiya me saet 22.00'an de dê ji bo bidestxistina kûpayê bên hemberî hev. Maça fînalê li Stada Eden Arena ya li Praga Çekyayê bê lîstin.
FÎNAL LI PUSKAS ARENAYÊ YE
SERKETINA JOSE MOURINHO Em çend notan jî ji bo Mourinho lê zêde bikin: Teknîk Dîrektorê Romayê Jose Mourinho heta niha 5 caran di vê kûpayê de fînal lîstiye, carek din hat fînalê. Di dîroka wê de gelek serketin jî hene. Mourinho di sala 2004'an de bi Porto Kûpaya Lîga Şampiyonan, di sala 2010'an de ligel Interê Kûpaya Lîga Şampiyonan bi dest xistibû. Li aliyê din di sala 2003'yan de ligel Porto ev kûpaya Lîga Ewropayê, di sala 2017'a de jî ligel Manchester Unitedê ev kûpa girtibû. Mourinho ku par bûbû berpirsê Romayê di Lîga Konferansê ya UEFA'yê de ev kûpa girtibû. Lîga Konferansê yekem car dihat li dar xistin û Mourinho ev kûpa girt. Bi vê yekê bû yekemîn teknîk dîrektor ku her 3 kûpayên UEFA'yê jî digire. Ew niha derket fînala Lîga Ewropayê û maç roja 31'ê mehê tê lîstin.