Amed
Di Newroza Amedê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivîn. Vane çend gotinên wan:
- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş:
Wezîrê Karên Hundir bi fermannameyeke dibêje Newroz di 21'ê mehê de tê pîrozkirin û pîrozbahiyên îro qedexe dike. Îro 18'ê mehê ye û em li vê derê pîroz dikin. Ewê nikaribin li pêşberî hêza gel bisekinin. Gel fermannameyên we nas nake, gel we nas nake.
Qedera Rojhilata Navîn 100 sal berê hat nivîsin, wê çaxê em tune hesibandin. Tevî kalên xwe ev 100 sal in em têdikoşin. Em wisa gihîştin serdemekê dîroka 100 salan tê nivîsîn. Niha azadî yan koletî? Hûn biryara vê yekê bidin. Ji ber vê yekê pêşî li kurdên ku derdikevin qadan digirin.
Em êdî naxwazin li Kurdistanê bê statu bijîn. Em ji bo Kurdistanê statuyê dixwazin. Bi berxwedanê, bi xurtkirina hêza xwe ya neteweyî emê bikaribin vê bi dest bixin.
- Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir:
Li hemberî tifaqa we tu zilm û zordarî nikare bisekine. Yên ku ji dîrokê fêm nakin, gelê kurd nas nakin, gotin qey dê bi zilm û qedexeyan vê yekîtiya we xira bikin.
Şêx Saîd, Seyîd Riza, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemmed, Leyla Kasim, Mazlum Dogan. Vî gelî êdî kefenê zilmê qetandiye. Me neyartiya wan nekiriye. Em yan azadî, yan azadî dibêjin.
- Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk:
Me zilm û siyaseta dewletê têk bir. Îro ji Amedê dengê azadiyê bilind dibe. Em dibêjin bi tirs û mirin hûn nikare dengê gelê kurd bibirin. Hûn mecbûr in vî gelî nas bikin. Me got bila pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane çareser bibe. Ocalanî li Îmraliyê ji bo vê yekê gelek gav avêtin. Me got aştî, wan siyaseta tecrîdê dan ser Ocalan. Me got biratî 7 hezar kurd tewqîf kirin, li Qilabanê bombe bi ser zarokên kurdan de barandin. Kurdan îro careke din nîşan da ku nemiriye. Werin em vê pirsgirêkê bi rêya aştiyane çareser bikin. Ne hewceye em bibêjin. Gelê me bi rêya azadiyê dizane.
- Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk:
Ji bo gel Newrozê pîroz neke dewletê îro bi hêzên ewlekariyê Amed dagir kiriye. Gelê li Amedê neyar e hûn bajêr dagir dikin. Ez Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî vedixwînim Amedê. Bila werin meşa azadiyê ya vî gelî bibînin. Bangek me ji bo serokwezîr heye, ger nizane bila bizane, fêm nake bila fêm bike. Ev der Kurdistan e, Amed jî dilê Kurdistanê ye.
Ger bi mîlyonan bibêjin an azanî an azadî kes nikare li pêşiya vê daxwazê bisekine. Ger berdêl lazim be em amade ne berdêl bidin. Gelê kurd naxwaze bêstatu bijî. Ew Xweseriya Demokratîk dixwaze.
***
Nûçeyên eleqedar:
- KAOSGL ji bo Newrozê bi kurdî weşan kir
- Di Newroza Stenbolê de BDP'yiyek hat kuştin
- Bernameya BDP’ê ya Newrozê eşkere bû
- Agahiyên dawî yên li ser Newrozê
- BDP: Em ê Newroza Stenbolê di 18’ê mehê de pîroz bikin
- Demirtaş: Emê walîtiyê ji holê rakin
- Ji bo BDP'ê qedexe, ji bo Walî serbest e!
- Ev afîşa Newrozê hat qedexekirin
- Di Newrozê de 4 daxwazên bingehîn ên kurdan
- Vaye bernameya Newroza 2012'yan