Diyarname
Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar da zanîn ku ji ber lihevnekirina PDK’ê û YNK’ê bandorek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê çêbûye û ji bo wê divê di zûtirîn demê de ew li hev bikin û hilbijartin were lidarxistin.
Li gor nûçeya Rojnewsê endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de got: “Atmosfera siyasî ya herêm û Iraqê her wiha nakokiyên navbera aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê wisa kiriye ku hertim metirsî li ser Kurdistanê hebe.”
MESELEYA HILBIJARTINA BAŞÛR
Mela Bextiyar diyar kir ku lidarnexistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibe sedem ku demokrasiya Herêma Kurdistan û aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê bikevin di jêr pirsyar û gumanê de. Bextiyar got: “Ji bo na wê divê lihevkirinek stratejîk a hemû aliyan bi taybetî jî ya PDK’ê û YNK’ê ji bo lidarxistina hilbijartinan hebe.”
BANDORA NERÊNÎ
Di dawiyê de jî Mela Bextiyar diyarkir; “Lihevnekirin û dûrketina PDK’ê û YNK’ê, her wiha tevayî aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, bandorek nerênî li ser statûya Herêma Kurdistanê çêdike. Ji bo wê ger lihevkirin û giftûgo di navbera aliyan de çênebe, wê bandora ku niha li ser statûya Herêma Kurdsitanê hîn zêdetir bibe.”