Diyarname
Di 53'yemîn Pêşbaziya Stranê ya Eurovision de Rusya bi strana 'Believe' bû yekemîn.
Pêşbaziya Eurovisionê îsal li paytexa Sirbistan li Belgradê duh êvarê li dar ket. Di pêşbaziyê de ji rusyayê Dima Bilan strana "Believe" xwend û bi vê strana xwe 272 pûan girtin û bû yekemîn Ukrayna bi 230 pûanî bû duyem û Yewnanistan jî bi 218 pûanî di rêza sêyem de ma.
Ji Tirkiyeyê Mor ve Otesî beşdarî pêşbaziyê bû di rêza 7'emîn de ma.
Li ser Eurovisionê hin notên din:
- 43 welat beşdarî pûandayînê bûn.
- Zedeyî 100 mîlyon kesî li pêşbaziyê temaşe kir.
- Di vê pêşbaziyê de jî zêdetir cîranan pûan dan cîranên xwe.
- Ji ber ku ji Rusyayê Dima Bilan bû yekemîn sala bê pêşbaziya Eurovisionê dê li Rusyayê li dar bikeve.
- Pêşbaziya bê dê 14-16'ê gulana 2009'an de li dar bikeve.