Diyarname
Van rojan lîsteya mîrateya çandî ya UNESCO'yê hat nûkirin û du cihên kurdan ketin nava lîsteyê lê balkêş e çapemeniya kurdan a nivîskî tenê cihek (Hewraman) dît û tenê li ser wir nûçe çêkirin. Ji bilî Diyarnameyê yên din qala Melîdê nekirin.
Di 44'emîn Civîna Komîteya Mîrateya Dinyayê de lîsteya cihên ku mîrateya çandê têde ne hat nûkirin û gelek cihên nû lê zêde kirin. Ji van du cih herêmên kurdan bûn. Yek jê Hewramana li Rojhilat û ya din jî Melîd a li Bakur bû.
Lê ya balkêş ew e ku çapemeniya kurdan di nûçeya xwe de tenê cih da Hewramanê. Tenê di nûçeya Diyarnameyê de her du herêm hebûn, di yên din de tenê Hewraman hebû.
Vane sernavên çapemeniyê:
- Ajansa Mezopotamya: Hewraman di lîsteya UNESCO'yê de ye
- Yenî Ozgur Polîtîka: Hewraman ket lîsteya UNESCO’yê
- Rûdaw: Hewramana Text a Rojhilatê Kurdistanê di lîsteya UNESCO de hat tomarkirin
- K24: Hewramana Rojhilat kete nav lîsteya UNESCOyê
- Basnews: Rûçkê kulturî yê Hewramana Rojhilat ji aliyê UNSECO ve hat tomarkirin
Hinan bi kurtahî, hinan bi berfirehî, hinan cih dan gotinên rêveberên Îranê, bi kurt û kurmancî di nûçeyên van saziyan de tenê Hewreman hebû.
Ji bilî van di rojnameya Xwebûnê, di ajansên Rojnews, ANHA'yê de em rastî vê nûçeyê nehatin, wan qet nûçe çênekiribû.
Tenê di nûçeya Diyarnameyê de her du herêm jî hebûn.
Vaye nûçeya Diyarnameyê:
- Hewraman û Melid ketin nava lîsteya UNESCO'yê
Girê Melîdê ku 7 kîlometre dûrî Meletî ye piştî "Lîsteya Demkî" niha ket nav lîsteya bingehîn. Lê çapemeniya kurdan ev der nedît. YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com