Diyarname
Fîlmê ‘Kobanî’ li bajarê Silêmanî dikeve vîzyonê. Fîlm 5’ê mehê li Salona Saiim a Sînemaya Silêmanî bê nîşandayîn.
Fîlmê ku derhêneriya wî Ozlem Yaşar kiriye ji aliyê Komuna Fîlman a Rojava û TEV-ÇAND’ê ve hatiye kişandin. Fîlm têkoşîna 134 rojan a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê nîşan dide. Fîlmê ku li Kobanî hat kişandin li dor 200 şervanên kurd têde cih girtin. Fîlm cara pêşî roja 20’ê rezbera 2022’yan hatibû nîşandayîn û paşê li hin cihên din hatibû nîşandayîn. Niha jî diçe Silêmanî.