Diyarname
Fîlmên Yilmaz Guney yên bi navê "Umut", "Suru", "Yol", "Zavallilar", "Agit", "Seyit Han", "Aç Kurtlar" û "Arkadaş" dê di Festîvala Fîlman a Torontoyê de bêne nîşandayîn.
8 filmên Guney di bin sernavê "The Way Home: The Films of Turkish Master Yilmaz Guney" de li Torontoyê bêne nîşandayîn. Fiîlmdê di navbera 26'ê vê mehê heta 5'ê reşemiyê li TIFF Bell Lightbox- Reitman Square de bêne nîşandayîn.
Her wiha 2'yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Weqfa Yilmaz Guney ve tê organîzekirin jî dê fîlmên Yilmaz Guney nîşan bide. Fîlmên Guney ên di navbera salên 1968-1982'yan de hatine kişandin, Guney di wan de lîstikvanî, senarîstî yan jî derhênerî kiriye dê bêne nîşandayîn.
Pereyên ji festîvalê bêne bi dest xistin dê ji bo xebatên Weqfa Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney bêne bikaranîn.