Diyarname
Ger îro Spanya li hemberî Almanyayê bi ser biketa berî maça sêyemîn bihata lîstin dê Spanya raste raste derbasî dora 16’an biba û Almanya jî dê xatir ji tûrnûvayê bixwesta lê nebû. Maç bi 1-1’ê bi dawî bû. Û bi vê yekê hêviya Almanya ma maça dawî. Helbet Spanya jî dê maça dawî de li benda girtina pûanek be.
D iKoma E de du tîmên mezin Spanya û Almanya hatin hemberî hev. Ji bo Spanyayê ne ew qas, lê ji bo Almanyayê maçeke gelek krîtîk bû.
Di deqîqeya 62’yan de Alvaro Morata li ser navê tîma Spanyayê golek avêt û bi 1-0 ew derketin pêş. Almanan di deqîqeya 82’yan de bi Fullkrugî bersiv da: 1-1.
Di maça din de Kosta Rîkayê Japonya bi 1-0 têk bir û bi vê li koma encam wisa çêbû:
Spanya bi 4 pûanan yekemîn, Japonya û Kosta Rîma xwedî 3 pûnan, Almanya xwedî pûanek e. Almanya û Kosta Rîka, Japonya û Spanya dê 1ê mehê bilîzîn.
Spanya ji bo ji komê derê û derbasî Dora 16’an bibe pêdiviya wê tenê bi pûanek heye. Spanya yan jî Japonya kîjan bi ser bikevin dê wekî yekemînê komê ji komê derên.
Kosta Rîsa pûanek bigire dê li maça din binêre ka encam çi ye, lê ger bi ser bikeve teqez ji komê derdikeven. Almanya ji bo ji komê derê divê teqez bi ser bikeve û ev yek jî têrê nake dê li maça di binêre. Bi kurtahî Koma E dikele.
KOMA F
Di maçên Koma F de Fas bi 2-0’ê zora Belçîkayê bir. Di maça din de jî Hirvatistanê bi 4-1 zora Kanadayê bir û Kanada şand mal.
Berî maça sêyemîn Hirvitistar û Fas xwedî 4 pûanan, Belçîka xwedî 3 pûanan e. Kanada bê pûanan e.
1’ê mehê Kanada û Fas, Hirvatistan û Belçîka dê bilîzin.
Fas ku di tûrnûvaneyê de tîmeke lawaz e bi vê serketînê di hemû tûrnûvayên Kûpaya Cîhanê de bû sê caran di maçê de bi ser dikeve. Fas yekem car di sala 1986'an de di maçek de Portekîz, sala 1998'an de Skoçya û a niha Belçîka têk bir û di hemû dîrokê de tenê di 3 maçan de bi ser ketiye.