Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”
Diyarname
Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra li Vartoyê ye, li qehweyekê ku çay li ser agir tê çêkirin, kesên ji Ewropa hatî û miþteriyên din jê hez dikin, ji dengê wî, ji klamên wî hez dikin. Ew jê hêvî dikin ku ew ji wan re kilaman bibêje. Dengbêj Silhedîn wan naþkîne û bi sewta dengê xwe yê xweþ, zelal û têra xwe bi bandor dest pê dike. Konsereke biçûk dide mêvanan. Bi coþ, bi kêf û her kes pê dilþad e.
Piþtî konsera spontane xilas dibe û dema însan hêdî hêdî ber bi mala xwe ve dikevin rê, em xwe didin ber û dixwazin ew ji bo me qala xwe bike. Ji zarokatî ve ew hînê klaman bûye, dibêje tesîra zarokatiyê li dengbêjiya wî heye û dibêje: “Min di tesîra diya xwe de kilam gotin. Di axaftinê de jî serê gotinê dawiya gotinê neyê hevdû nabe. Mejî gere xweþ bixebite, merû hêþar be. Gerek hunermendî di ruhiyetê de hebe.”
Pirsa, “Varto bo te tê çi mehneyê”, wisa dibersivîne: “Wekî çirayek vêkeve.” Li ser dîwarê qehweyê gotina “Xeyal, jiyan, Parîs û Varto” nivîsiye, ew bi pirsa me ve girêdayî vê nivîsê nîþan dide û lê zêde dike, “Kêfa min ji wan gotinan re tê.”
Her kes klaman dibêje, her kes bi awayekî dibêje. Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra jî lê ew bi awayekî cuda dibêje, klam gotinê diþibîne ajotina erebeyekê û dibêje, “Wexta merû bi kêfa xwe bibêje, bi fesal bêje, gelek xweþa mera pê tê. Wexta merû bê hemdê xwe bêje nayê zefta meriv! Di dengbêjiyê de gerek deng hinekî bilind be bo meqam wê bigire. Diþibe erebekê di qiyame re here, serdeberjêr re here, rastê re here, vîrajekê de here.”
Li ser pirsa “Ji gotinên dengbêjiyê kêfa wî ji kîjan gotinan re tê” jî van rêz dike:
“Hîva kerî kerî
Dîlbera dilê min sekinî li eywana nava derî.”
Di wê navberê de têlefon jê re tê, ji kesê hember re, bi hezkirin û bi heyecan dibêje:
“Weleh ez bi qurbana dengê te dibim.”
Xuya ye kesê pê re diaxive jî dengbêj e! Em dixwazin qala kesê pêre xeber daye bike, lê nake, tenê dike û em ji hev xatirê dixwazin.
Ji dengê Dengbêj Silhedîn "Emro":