logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Keleha Mêzgirê (Mazgirtê)

Ji kelehên cihanê ya herî taybet keleha Mêzgirê ye. Ev yekem keleh e ku li ser “aşê bayê” jî hatiye lêkirin, ji ber vê t

  • Dîrok: 14/02/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ji kelehên cihanê ya herî taybet keleha Mêzgirê ye. Ev yekem keleh e ku li ser “aşê bayê” jî hatiye lêkirin, ji ber vê taybetiya xwe jî, divîbû wekî xaleke bingehîn ya dîroka cihanê di pirtûkên hemû welatan de cih bigirta. Lewre ew hem jî li gor daneyên heyî kavilê aş ê yekem e. Birîna Kurdistana bindest yek jî ev înkara dîrokê ye. Lê ez ê vê mijara “aşê bayê” bi berfirehî binivîsim. Bila ev tenê wekî agahiyekê bimîne.

Bajarê Mazgirtê bajarekî piçûk e, bajarê kevn di ber kelahê de ye. Bajarê nû ber bi başûr bi aliyê deştê ve berfireh bûye. Gelê me yê li vî bajarî dijî, jê re “Mêzgir” dibêjin. Bajarê Mêzgirê mîna ku bi daxwaziya sibehê zû dîroza roja pîroz wergire, li başûrrojhilatê çiyayê Kert/Kerdê hatiye avakirin û ji bakur ber bi başûr ji kilometreyekê zêdetir direj dibe. Dema mirov bi çaveke çivîkî lê binêre, pir nêzîkê bajarê Mamikiyê (Dêsim) ye. Lê çiya rê nadin, ji wê rêya wî berê ber bi başûr diçe dikeve ser rêya Elezîz-Mamikiyê û wisa xwe digîhine navenda parêzgeha Dêsim/Dêrsimê.

Navê Mêzgirê ji du peyvan pêk tê “Maz – girt, gert /kert”. Ji bo van peyvan jî, hin îdîa û dane hene. 1 –  “Kirt /kert” bi partî/pehlewî tê wateya “çêkirî,” dû re bi bandora farsî nerm bûye û bûye “kert gert” romahiyan navê bajêr wekî “Meckert /Menckert” bikaranîne. (ji têza Dr. ya Serkan Erdogan) 2 – Tê gotin ku a) “Maz” ji “Manasa” ermenîkî ku ji bo padîşaheke xeyalî tê bikaranîn (Bi dîtin û lêkolîna min ev navê keyê Urartuyan “Menua” yê bi ermenîkî ye). b) Peyva “gert kert” ji lêkera “kerden /kirdin” tê li Îranê jî bi dehan bajar û cigehên bi navê “gert/kert/ kerd” hene. Ev di erebî de bûye “cerd /cirt” (çavkanî: zimanzan Husein Muhammed) 3 – Dîtina a) “gert /kert” di wateya bajar, cigeha şêniyê wê zêde de jî hatiye bikaranîn, lema wekî navê bajêr jî tê têgihîştin. Li gor vê dîtinê bi guheztina tîpên “R” û “N” gert /gerd = gund, ev “kert” û peyvên “kent” û gund” heman peyv in û îro di ziman de tên bikaranîn. b) Peyva “maz” di kurdî de tê wateya “kemilî, gihîş hêza xwe ya herî berz” wekî “beranê maz” her wiha “nêriyê maz”. Li gor vê Mazgîrt dibe “bajarê kemilî.”

Keleha Mêzgirê li bakurrojavayê bajêr li ser volkaneke kevn ê di hemêza çiyayê Kertê de hatiye avakirin. Mirov li dîharê Kelehê Dep, Palû, devera Qereçor, Bilanix, Muxundiyê û hetanî keleha Baxînê, her wiha hemû zuxr û rêyên ji bakur û Rojava ve tên jî yekber dibîne. Ango li cihekî gelek stratejîk hatiye avakirin.

Mirov ji aliyê bajêr ve bi çil derenceyan ve hildikişe, dikeve şikefta di baxir de hatiye kolan û di wir re jî bi çend derenceya dikeve hindirî kelehê. Di keleha beşek sûra wê hêrifiye hatiye xwarê de, li cihê bilind koşkek di baxir de hatiye kolan, hin avahiyên ji kevirên bazalt ên baş teraştî çêkirî hê wekî berê li pê ne. Tunêla ber bi jêr ve diçe, cihokên avê û teras hene. Keleh di dema Menua de hatiye lêkirin. Di kelahê de nivîse mixî yê di dem Rûşa II. (680-639) de maye heye. Ji wê mirov dikane bibêje hin beşên wê jî di dema Rûşa II de hatiye avakirin.

Me çawa pêşte jî gotibû li ser cihê herî bilind û li kêleka koşka di zinêr de hatiye kolan jî kavil û paşmahiyên “aşekê bayê” yê di dema Urartuyan de hatiye çêkirin heye. Ev “aşê bayê” taybiya vê kelehê ye. Di cihanê de kavîlên “aşê bayê” tenê li vir heye. Dibe ev bingehê hemû “aşên bayê” be. Yanê Mîtaniyan ereba şer “Maranya” û Urartuyan jî “aşê bayê” diyariyê mirovahiyê kirine. Ez ê bi taybetî li ser vê aşê bayê binivîsim.

Di navenda kelehê de bîreke binê wê wekî şikeftekê hatiye çêkirin û derî di Tunela veşartî re dikeve hundirê şikeftê heye. Yên vê bîr yan jî şikefta kûr wekî “mixara Xizir” bi nav dikin jî gelek in. Di nava gel de bi giranî wekî “mixara mirazan” tê zanîn. Mirovên tên vê kelehê ziyaret dikin, ji bo daxwaziya dilê wan pêk were, bi wê niyetê kevirekî davêje vê şikefta wekî bir. Yên tîpen yekem yên navên xwe li ser kevir kolane û wisa avêtine jî di nava keviran de hene. Demekê şikeft bi keviran hatibûn dagirtin.

Tirkan ji tirsa xwe, tirsa derketina rastiyan, di her warî de qedexe danîne. Bi boneya: “Keleh cihê herî bilind ê li dora bajêr e, di hinek rewşên awerte de dikane hêzên ewlekariyê têke nava xeteriyê” derketina kelehê qedexe kirine. Tenê 23 nîsanê û 19 gulanê ku cejnên wan e, destûr didin. Wê ew ê rojekê bi vê tirsê ji rûye erdê biqewitin, biçin.

Bi hêviya hemû kurdên ji Ewropê diçin welêt li cihê dîrokî yên ji bav û kalan ve maye û wiha bingehê dîroka cihanê ye bigerin. Dîroka xwe binasin, bi huner, ked û reseniya bav û kalên xwe serbilind bin. Hetanê keleheke din bimînin di xweşiyê de.

14.02.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

(Foto: Sinan Dogan... Ji malpera wî hatiye girtin)

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Colin Powell merd

ad

Di êrîşa hewayî de rojnameger jî hatin kuştin

ad

Ji bo tûrîstên ji Tirkiyeyê derî hat girtin

ad

HDP civîna xwe ya Komê li Lîcê li dar dixe

ad

Ji Metropolê li ser hilbijartinê anketa nû

ad

'Di rêveberiyên herêmî de xweserî tê wateya jiyana azad'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname