Diyarname
Yek ji tîmên mezin a Îngilistanên Chelsea ev demek bû di firotê de bû û di dawiyê de bi 4.25 mîlyar sterlînî hat firotin. Konsorsiyûmek di bin rêberiya karsazê bi navê Todd Boehly de klûb kirî. Li aliyê din Boehly xwedî hin klûbên din e jî.
Piştî ku şerê Rusya û Ûkraynayê dest pê kir li hemberî karsazên rus li dinyayê rewşeke nexweş derket holê. Li ser vê yekê karsazê rus Roman Abramovich ku xwediyê klûba Chelsea bû biryar dabû klûbê bifroşe. Encax niha firotina klûbê temam bû. Konsorsiyûma di bin rêberiya Todd Boelhy de klûb kirî.
KONSORSIYAM
Konsorsiyûm ji Todd Boehly, Clearlake Capital, Mark Walter û Hansjoerg Wyss pêk dihat. Wan bi 4,25 mîlyar sterlînî klûk kirî. Ji vê 2.5 mîlyar sterlîn ji bo hîseyên klûbê tê xerckirin. Abramovich berê ragihandibû ku dê vê pereyê diyarî saziyên ku xêr dikin bike. Ev 2.5 mîlyar sterlîn ji bo wan saziyan dê bê belavkirin.
Li wir pereyên mayî, yanê 1.75 mîlyar sterlîn jî karsazên ku klûk kirîn dê ji bo klûbê razînin.


