Cemil OGUZ
Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eşkere kirin. Di nav bernameyê de fîlmên kurdî jî hene. Ji van fîlmê nû yê derhêner Behmen Qubadî, Alî Kemal Çinar, Şewket Emîn Korkî, Kurdwin Ayub û kurtefîlmê Serhat Karaaslan jî heye.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê lidarxistin. Festîval îsal 41’emîn car di navbera 8,19’ê avrêlê de li dar dikeve. Ji bo eşkerekirina bernameya festîvalê li Otela The Marmarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Lijneya ÎKSV’ê Gorgun Taner, Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan û Rêvebera Koprude Buluşmalar Gulin Ustun beşdarî daxuyaniyê bûn û axivîn.
Serokê ÎKSV’ê Taner pêşî rexnegirê sînemayê Murat Ozer ku kurtedemek berê canê xwe ji dest da bibîr anî. Ji ber pandemiyê festîval online li dar diket, loma jî Taner got ku piştî 2 salan em li vir rû bi rû ne loma jî ez dilgeş im û ev yek lê zêde kir, “Em hemû bi hev re ji nû ve emhe sînemayan dagirin. Ez di nava vê heyecanê de me.”
Dîrektorê Festîvalê Ayan jî Murat Ozer bibîr anî û qala naveroka festîvalê kir.
JI DINYAYÊ FÎLMÊN CUR BI CUR
Di 12 rojên festîvalê de 135 fîlmên metrajdirêj hu 22 kurtefîlm dê bêne nîşandyîn. Di nav 14 beşan de, ji 43 welatan fîlmên 164 derhênerî têne nîşandayîn. Her wiha derhêner û lîstikvanên fîlman jî dê festîvalê de bibin mêvan.
Heta niha Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî, Pêşbaziya Fîlmên Neteweyî di warê Fîlmên Metrajdirêj, Belgefîlm, Kurtefîlman, her wiha Pêşbaziya Fîlmê Pêşî ya Seyfî Toroman hebû, hebû niha Pêşbaziya Hosteyên Ciwan jî lê zêde kirin.
‘RABIA KURNAZ DIJÎ GEORGE W. BUSH E’
Festîval êvara 7’ê mehê li CRR’yê bi merasimek dê dest pê bike. Di merasima festîvalê de dê Xelatên Rûmetê bêne dayîn û her wiha wekî fîlmê destpêkirina festîvalê jî dê fîlmê Derhêner Adreas Dresen ê bi navê “Rabia Kurnaz Dijî George W. Bush” e bê nîşandayîn. Fîlm meha borî li Festîvala Berlînê hatibû nîşandayîn û serlîstikvana fîlm Meltem Kaptan xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû. Fîlmî her wiha Xelata Senaryoya Serketî û Xelata Yekîtiya Senemayên Hunerê giribû.
FÎLMÊN DERHÊNERÊN KURDAN
Di nav bernameyê kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj, çend fîlmên derhênerên kurd jî di nav bernameyê de cih girtine. Ji van derhêner kurd Behmen Qubadî ku bi fîlmê xwe yê nû “Çar Dîwar” (Dort Duvar / The Four Walls” di nav Pêşbaziya Neteweyî de ye. Fîlmê Qubadî 114 deqîqe dikişîne. Li aliyhe din derhêner Alî Kemal Çinar jî bi fîlmê xwe yhe nû li festîvalê ye. Çinar vê carê “Beriya Şevê* (Geceden Once / Before the Night) kişandiye û di nav pêşbaziyê de ye.
Ji derhênerên Başûr derhêner Şewket Emîn Korkî jî dibe mêvanê festîvalê. Fîlmê wî “Ezmûn” (Sinav/ The Exam” di beşa Ji Festîvalên Dinyayê de dê bê nîşandayîn. Fîlme derhene Kurdwin Ayub ê bi navê "Sonne" ku 87 deqîqeye jî di vê beşê de dê bê nîşandayîn. Her wiha derhêner Serhat Karaaslan jî bi kurtefîlmê xwe “Suçlular” di festîvalê de cih girtiye. Karaaslan ev fîlm ji bo Oscarê jî şandibû û heta lîsteya dirêj jî çûbû ku ev gavek girîng e. Ev kurtefîlm di beşa “Cinemania” de tê nîşandayîn.
JI FESTÎVALÊN DINYAYÊ
Di beşa “Ji Festîvalên Dinyayê” de nêzî 30 fîlm hene ku di festîvalên navdar de hatine nîşandayîn, xelat girtine. Ji Berlin, Venedîk, Cannes û gelek festîvalên din fîlm di vê çarçoveyê de têne nîşandayîn
HOSTAYÊ SPAGETTI WESTERNÊ: SERGIO LEONE
Festîval îsal di beşa retrospektîfê de derhêner afirîner, yek ji yên bi bandor, derhêner Sergio Leone dike mêvan. Derhênerê îtalî bi 7 fîlmên xwe dibe mêvan. “Sêbareya Dolar”, “Sêbareya Zemanekî” ku bûne fîlmên klasîk jî di nav van fîlmên ku dê bêne nîşandayîn de ne.
SALONÊN FESTÎVALÊ
Îsal il Beyogluyê li salonên Atlas 1948, Sînemaya Beyoglu, Pera Müzesi Oditoryum, li Nîşantaşi li CineWAM Premium+ City's (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoy jî li Sînemaya Kadikoy û Sînematek a Şaredariya Kadikoy fîlm têne nîşandayîn. Seans jî bi vî rengî ne: saet 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 “u 21.30.
BUHAYA BILÊTAN
Bilêt 1’ê mehê dê bêne firotin. Nava hefteyê ji bo saetên 11.00, 13.30, 16.00 bi 35 TL, dîsa van dema ji bo Eczacibaşi Genç Bilet bo x1endekaran bi 10 TL têne firotin. Ji bilhi van nava hefteyê û dawiya hefteyê bilêt bi 45 TL’yî ne.
Li aliyê din hemû bilêtên Muzeya Perayhe tam bi 35, ji bo ên daxistî bi 10 TL’yî ne.
Şewket Emîn Korkî bi fîlmê xwe yê bi navê "Ezmûn" li festîvalê ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Serokê Juriya Pêşbaziya Navneteweyî diyar bû
- Festîvalê fîlmê ku dê restore bike diyar kir
- Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn
- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eşkerakerdin
- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com