Diyarname
Di Pêşbaziya Navneteweyî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê de serokê juriyê hat eşkere kirin. Derhêner, senarîst, sazkarê fîlman Bent Hamer dê serokatiya juriyê bike û xelata Laleya Zêrîn diyar bike.
Festîvala Fîlman a Nevneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 8-19’ê avrêlê de li dar dikeve. Festîval parçe bi parçe xebatên dê bêne kirin eşkere dike. Niha jî Serokê Juriya Navneteweyî hat eşkere kirin. Bent Hamer ku ji Norwecê ye û di sala 1956’an de hatiye dinê. Fîlmên wî li ser navê Norwecê ji bo Oscarê wekî berendam hatine şandin. Wî bixwe heta niha Tokyo, San Sebastian, Sundance Institute, Sundance, Karlovy Vary jî di nav de di gelek festîvalan de endamtiya juriyê kiriye. Fîlmê wî “The Middle Man” (Araci-Navbeynkar) di nav bernameyê de ye. Fîlmê wî par ji ber pandemî hatibû bi paş ve xistin, îsal promiyeta wî hat kirin û hat nîşandayin. Hamer di sala 2013’an de Li Norwecê Xelata Rûmetê ya Amanda girtibû.
Di bin serokatiya wî de juriya Pêşbaziya Neteweyî ji van kesan pêk tê: Derhêner Radu Muntean, sazkar Marie-Ange Luciani, derhêner Ali Asgari û dîrektora hunerê ya Rojên Venedîkê Gaia Furrer.
Xelata Laleya Zêrîn di Pêşbaziya Navneteweyî de didin fîlmekî. Ji bo bîranîna yek ji avakarên Festîvala Fîlman a Stenbolê Şakir Eczacibaşi ev xelat tê belavkirin. Di vê çarçoveyê de 10 hezar Euro didin derhênerî fîlmê ku bi ser bikeve, Her wiha saziya ku fîlmî li Tirkiyeyê belav dike bi 100 hezar TL tê xelat kirin. Li aliyê din di vê beşê de Xelata Taybet a Juriyê jî bi 5 hezar Euro tê xelat kirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Festîvalê fîlmê ku dê restore bike diyar kir
- Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn
- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eşkerakerdin
- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eşkera bî
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e
***
MAIL: diyarname@diyarname.com
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname