Endamên Juriyê yên Festîvalê diyar bûn
Diyarname
41’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 8-19’ê avnêlê de li dar dikeve. Festîvalê niha endamên juriyê eþkere kirin. Di festîvalê de beþên Pêþbaziya Neteweyî, Pêþbaziya Belgefîlmên Neteweyî, Pêþbaziya Kurtefîlman a Neteweyî û Pêþbaziya Fîlmê Pêþî ya Seyfî Teoman hene û niha endamên wan diyar bûn.
PÊÞBAZIYA NETEWEYÎ
Di Pêþbaziya Neteweyî de serokê juriyê derhêner Onur Unlu ye. Endamên din jî ev in: Lîstikvan Demet Evgar, derhênerê dÎmenê Bariþ Ozbîçer, hunermend û perwendekar Ýnci Eviner û sazkar Marsel Kalvo.. Di vê beþê de ji bo fîlmê serketî 150 hezar Tl dê bê dayîn. Dîsa di warê derhêner, lîstikvan, senaryo, derhênerê/a dîmenê, vesazkirin, derhênerê/a dîtbarî û muzîkê de jî xelat têne belavkirin.
PÊÞBAZIYA BELGEFÎLMAN
Di warê Pêþbaziya Belgefîlman de þelat 20 h ezar TL ye. Jurî wekî serok ji derhêner Kivilcim Akay, akademisyen û nivîskara sînmeayê Melis Behlil û derhêner Yunus Emre Yalçin pêk tê.
PÊÞBAZIYA KURTEFÎLMAN
Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî 10 hezar TL ku bi sporsoriya Anadolu Efesê tê dayîn. Di vê beþê de jurî ji sazkar Cihan Asli Filiz, lîstikvan Asli Înandik û derhêner Malaz Usta pêk tê.
XELATA SEYFÎ TEOMAN
Derhêner Seyfî Teoman di sala 2012'yan de mir. Ji wê demê de festîval bi navê Xelata Fîlmê Pêþî ya Seyfî Teoman xelatek didin fîlmên pêþî yê derhêneran. Xelata vê beþê 30 hezar TL ye. Îsal endamên juriyê yên vê beþê derhêner Nisan Dag, nivîskarê sînemayê û sazkarê fÎlmê Cedric Succivalli û sazkar Çagil Bocut in
**
Foto: Bi rêzê: Pêþbaziya Neteweyî (Onur Unlu), Pêþbaziya Belgefîlman (Kivilcim Akay), Pêþbaziya Seyfî Teoman (Nîsan Dag), Pêþbaziya Kurtefîlman (Cîhan Asli Filiz).
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelatê Rûmete ê Sînema hamey eþkerakerdin
- Serokê Juriyê Festîvaley Stenbolê eþkera bî
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com