Diyarname
Ev jî çêbû: Robotê tablo çêkir, tablo ket mezatê û bi buhayeke mezin hat firotin.
Kompaniyeke bi navê Hanson Robotics ku navenda wê li Hong Kongê ye di sala 2016'an de robotek çêkir û navê Sophia lêkir. Vê Sophiayê tabloyek çêkir. Ev tablo di mezatê bi buhayê 688 hezar û 888 dolarî hat firotin.
Kompanyaya ku robot çêkiribû bi vê kirînê gelek şaşwaz bû. Hat gotin ku robot Sophia ligel hunermendê îtalî Andrea Bonaceto ev tablo saz kiriye. Bonaceto portreyên kesên navdar çêdike.