Diyarname
Kovara W di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Tu ji bo çi, ji bo kê dinivÎsî?"
Kovara W ku du mehan carekê bi kurdî dertê hejmara xwe ya nû sermawez û berfanbarê amade kir. Kovarê di vê hejmara xwe ya 39'an de dosyaya xwe li ser mijara "Tu ji bo çi, ji bo kê dinivîsî?" amade kiriye û di vê dosyayê de nivîsakaran fikrên xwe anîne ziman. Bajar Mîrzeman, Elîxan Loran, Çiya Mazî, Hasîp Yanliç, Gulgeş Deryaspî, Huseyîn Guçlu, Şerefxan Cizîrî, Îsmaîl Dîndar, Mistefa Tuncyuzlu, Înan Eroglu bi nivîsên xwe di dosyayê de cih girtine.
Her wiha di kovarê de kurtedosyeyeke din jî bi sernavê "Herî zêde kîjan romana bi kurdî hatiye nivîsandin bandor li ser te hişt" jî hatiye amadekirin.
Dîsa gelek nivîs, çîrok, helbest û werger jî di vê hejmara kovarê de cih girtine.
Yek ji nûbûnên kovarê jî edîtoriya kovarê diyar kiriye ku edîtorên kovarên guherîn û ji niha û pêde de edîtoriya kovarê dê Feratê Dengizî û Omer Fîdan bikin.