Diyarname
Fûtbolîstikvan Arda Turan ku ji Galatasaray transferê tîka Baskî Atletiko Madrîdê bû, duh êvarê bi telefonê beşdarî bernameyeke Star TV bû. Turan li ser pirsekê, li ser pevçûnên dawî yên li Tirkiyeyê wisa got: "Ji ber ku ez dûr im ez zêdetîr qîmetê welatê xwe dizanim. Ev axa welat her gav ji bo jiyanê ye, ne ji bo şer e. Ez bangî hemû gelên Tirkiyeyê dikim. Bangî hem gelê tirk, hem gele kurd dikim, hemû kesên ku xwe hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê hîs dikin dikim. Ji kerema xwe re bila ev mirin rawestin. Ji ber ku yên dimirin hemû zarokên me ne, kekên me ne, birên me ne."


