Diyarname
Du ji bo serdema nû ya Lîga Şampiyonan merasima pişkeyê hebû. Di merasima kişandina pişkeyê de serketiyên salê yên UEFA'ye jî hatin eşkere kirin û xelat kirin. Di van xelatan de 3 ji Bayer Munihê yek jî ji Manchestir City hat hilbijartin. Her wiha teknîk dîrektorê Bayer Munihê jî di beşa teknîk dîrektoran de hat xelatkirin.
Lîstikvan Didier Drogba, Xelata Serokatiya UEFA'yê girt ku bi vê ew bû yekemîn lîstikvanê afrîkayî ku vê xelatê digire.
Qeleparêzê Bayer Munihê Manuel Neuer wekî "Qeleparêzê Salê", Joshua Kimmich (Bayer Munih) wekî "Lîstikvanê Defansê yê Salê", ji bo "Navenda Sehayê" lîstikvanê navika sehayê Kevin de Bruyne (Manchester City), golavêj Robert Lewandowski (Bayer Munih) jî wekî "Golavêjê Salê" yê UEFA'yê hat hilbijartin û hat xelatkirin.
Teknîk Dîrektorê Bayer Munihê Hansi Flick jî wekî "Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê Salê" hat hilbijartin û xelata UEFA'yê girt.