Diyarname
Xelatên Emmy ên ku di warê fîlm û rêzefîlman de di warê navneteweyÎ de têne belavkirin îsal ji Tirkiyeyê jî berendamekî heye: Haluk Bilginer.
Li Tirkiyeyê Haluk Bilginer yek ji lîstikvanên herî serketî ye. Ev serketina wî niha ew ber bi qada navneteweyî ve jî bir. Bilginer bi rola xwe ya di rêzefîlmê "Şahsiyet" de di warê Lîstikvanê Herî Serketî de bû berendamê Xelatên Emmy ên Navneteweyî.
Derhêneriya rêzefîlmê "Şahsiyet" Onur Saylak dikir û di rêzefîlm de ligel Bilginer, Cansu Dere, Metin Akdulger, Şebnem Bozoklu, Huseyin Avni Danyal, Necip Memili, Mujde Ar û Humeyra dilîst. Rêzefîlm par di Pututv de hat weşandin.
Akademiya Zanist û Hunera Televîzyonê ya Navneteweyî xelatê dide berhem û kesên li derveyî DYA'yê. Xelatên Emmy ên Navneteweyî îsal dê roja 25'ê sermawezê bên ebelavkirin ku ji 21 welatan di 11 beşan de 44 berendam hene.
Berendam ji welatên wekî Arjantîn, Avustralya, Belçîka, Brezîlya, Kanada, Kolombiya, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Macaristan, Hindistan, Îsraîl, Hollanda, Portekîz, Katar, Sîngapur, Afrikaya Başûr, Koreya Başûr, Tirkiye, Qraliyeta Yekbûyî û DYA'yê hatine hilbijartin.
Di vê beşê de hemû berendam ev in:
Performansa Lîstikvanê Herî Serketî:
- Haluk Bilginer - Şahsiyet (Persona)-Ay Yapim-Tirkiye.
- Christopher Eccleston - Come Home-Red Production Company / BBC - Qraliyeta Yekbûyî.
- Raphael Logam - Impuros (Impure) Fox Networks Group Latam-Brazil / Barry Company-Brezîlya.
- Jannis Niewohner- Beat - Amazon Studios / Hellinger / Doll Filmproduktion / Warner Bros. Film Productions Germany / Pantaleon Films / Almanya.