Diyarname
Endamên koma piştgirê tîma Beşiktaşê Çarşi di deqîqeya 65'an ku plakaya Wanê ye de mont, tîşort, forma û atletên xwe ji xwe bikin û ji bo ji waniyan re bişînin dê bavêjin nav sehayê.
Dawiya vê hefteyê Beşiktaş û Galatasaray bi hev re dilîzin. Di vê maçê de koma Çarşi wê çalakiya piştgiriya ji bo waniyan pêk bîne. Çarşi ku di dema erdheja Wanê ya yekemîn, di maçê de hemû stûpêçên xwe avêtibûn nav sehayê û ew stûpêç ji waniyan re hatibûn şandin vê carê dê mont, form, atletên xwe ji xwe bikin û bavêjin nav sehayê.