Diyarname
Doktor û nivîskar Îbrahîm Yildirim bi navê xwe yê nivîskarî "Bro Omerî" 4'ê rêbendana 2007'an de wefat kir. Ew li Nisêbîna Mêrdînê hatibû dinê. Di jiyana xwe de gelek nivîs nivîsandibûn. Bi navê "Pira navbera Axreşkê û Şêxan", "Carek ji caran", "Rewşa Welat" pirtûkên wî hatin çapkirin. Her wiha helbestên wî ji aliyê hunermendên kurd ve hatin xwendin û ew di albumek bi navê "Peşk" de hatin komkirin.
Di vê salvegera Bro Omerî de em ji vê "Peşk"ê stranek hildibijêrin û wekî klîba hefteyê pêşkêş dikin. Niha strana me "Keça Perî" ye ku gotinên wê aîdê Bro Omerî, Kerem Gerdenzerî ew xwendiye.
Fermo ji bo bibîranîna Bro Omerê, "Keça Perî":