Diyarname
Fîlmên fransiz sê mehan li Zorlu PSM Anfî ku li Zîncîrlîkuyuya Şîşliya Stenbolê ye dê bê pere bêne nîşandayîn.
Bi hevkariya Fransiz Kulturê fîlmên fransiz têne Stenbolê li Zorlu PSM Anfî derdikevin pêşberî temaşevanan. Fîlm 16'ê vê mehê saet 20'an de dê li Amfî dest pê bike û heta 10'ê rezberê her êvara duşemê fîlmekî bê pere bê nîşandayîn. Her kesê/a bixwaze dê bikaribe here û fîlman li wê ekrana mezin temaşe bike.
Nîşandayîna fîlman 16'ê mehê bi fîlmê derhêner Albert Dupontel “9 Ay Hapis / 9 Meh Heps" dest pê bike.
Fîlmê derhêner Mathieu Amalric ê bi navê “Barbara” dê 23'yê tîrmehê, fîlmê derhêner Claire Simon ê bi navê “Kuzey Gari / Garaja Bakur” dê 30'ê mehê bê nîşandayîn.
Fîlmê Paul Grimault ê bi navê "Kral ve Kuş / Qral û Çivîk" ku hatibû restorekirin dê bi şiklê restorekirî êvara 6'ê gelawêjê derkeve pêşberî temaşevanan. Ev xêzefîlmekî ye
Dûre fîlmê derhêner Claude Sautet ê bi navê “Cesar û Rosalie” 13'yê gelawêjê derkeve pêşberî sînemahezan.
Nîşandayîna fîlman bi fîlmê derhêner Jung Sik-jun, Laurent Boileau ê bi navê “Ten Rengi: Bugday / Laşê bi Rengê Genimî” 3'yê rêzberê bidome û 10'ê meha rezberê bi fîlmê "Preljocaj" bi dawî bibe. Derhêneriya vî fîlmî
Olivier Assayas kiriye.
Di nav ev fîlmên dê bêne nîşandayîn de fîlmê "9 Mois Ferme / 9 Meh Heps" di nav Xelatên Cesarê de bi xelata Lîstikvana Herî Serketî û Senaryoya Herî Serketî hatibû xelatkirin.
Di nav van de "Qral û Çivîk" fîlmê anîmasyonî ye ku di nav berhemên girîng ê sînemaya zindîkirin a fransiz de cih digire. Ev fîlmê anîmasyan û fantastîk di sala 1979'an de hatiye çêkirin.
Fîlmê "Barbara" jî li ser jiyana stranbêja fransiz Barbara di sala 1997'an de hatiye kişandin.
Her wiha "Eldorado - Preljocaj" belgefîlmekî ye û çîroka amakerina şanoyek û derxistina wê ya ser dikê pêşkêş dike.
Ji bo kesên eleqedar:
Zorlu Center, Levazım Mah. Koru Sok. No:2/PSM/70 Zincirlikuyu, Beşiktaş / İstanbul
+90 850 222 67 76


