STENBOL
Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de ya PEN’ê şewitandina pirtûka Halîl Gundogan a ku ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a bi Jimara 1 a Sîncanê ve hatiye girtin şermezar kir.
Serokê Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de Halîl Îbrahîm Ozcan bang li rayedaran kir ku dest ji zêhniyeta 12’ê Rezberê berdin.
Piştî biryara tunekirina pirtûkê, Gundogan bi riya parêzerê xwe doz vekir. Serokê Komîteya Nivîkarên di Girtîgehan de ya PEN’ê Ozcan daxuyaniyek da û biryara rêveberiya girtîgehê şermezar kir. Ozcan got; “Em biryara tunekirina pirtûka 200 rûpel a Halil Gundogan ku rêveberiya girtîgehê wekî name hesiband û tune kir bi tundî şermezar dikin. Em careke din dixwazin bibêjin ku em welatek ku ji pirtûkan netirse dixwazin. Em bang li rayedarên dikin ku dest ji zêhniyeta 12’ê Berdin berdin.”
Rastiya meseleyê
Halîl Gundogan di girtîgehê de ye û pirtûkek bi navê "Metris’ten Munzur’a-Bîr Fîrarînîn Oykusu (Ji Metrîsê ber bi Mûnzûrê ve- Çîroka Firarekî) nivîsandibû.
Halîl Gundogan piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Rezberê hat girtin û ji doza TKP- ML-TÎKKO’yê bi cezayê darvekrinê hat darizandin. Wî, tevî 29 hevalên xwe di sala 1988’an de li Girtîgeha Metrîsê ya Leşkerî tunelek kola û reviya. Gundogan di sala 1995’an de li Erzînganê carake din hat girtin û cara duyemîn bi cezayê darvekirinê hat darzandin; vê carê cezayê muebetê yê hatiye girankirin lê hate birîn.
Halil Gundogan serpêhatiyên xwe yên di dema 12’ê Rezberê de di pirtûka xwe ya bi navê "Ji Metrîsê ber bi Mûnzurê ve- Çîroka Frarekî (Metrs’ten Munzur’a-Bîr Fîrarînîn Oykusu)" nivîsand û pirtûka wî di sala 2005’an ji Weşanên Etî derket.
Di 2006’an de çapa diduyan a pirtûkê derket û Gundogan jî dest bi nivîsandina cîlda duyemîn a pirtûkê kir. Piştî qedandinê, Gundogan cîlda duyemîn ji bo bidin malbata wî pirtûk teslîmî rêveberiya girtîgehê kir.
Rêveberiya girtîgehê der barê pirtûka ji 200 rûpelî pêk tê û bi dest hatiye nivîsandin de bi hincetên ‘Tiştên sûc têde hene’ û ‘Bifikar e’ de biryara tunekirinê da.
Rêveberiya girtîgehê ku îtîraza parêzerê Gundogan jî red kir israra xwe ya tunekrina pirtûka ku tu nuseyên wê yên din tuneye didomîne. Parêzer û malbata Gundogan bertek nîşanê biryara tunekrna pirtûkê da.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.