Diyarname
Di fînala Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de Fenerbahçe û Akhîsar hatin hemberî hev. Di maça ku li stada nû ya Amedê de hat lîstin Akhîsarê bi 3-2 maç bi dest xist û kûpa bir mala xwe. Akhîsar yekem car Kûpaya Tirkiyeyê bi dest dixe, teknîk dîrektorê wan Okan Buruk jî wekî teknîk dîrektor yekem car vê kûpayê digire.
Di deqîqeya 32'yan de Abdoul Sissoko bi serê xwe lê da û got avêt. Nîveka yekemîn bi 1-0 bi serketina Akhîsarê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Fenerbahçeyê geler êrêş kir û di deqîqeya 56'an de encam girt: Fernandao encam anî 1-1. Akhîsarê deqeya 70'ê de bi Abdoul Sissoko carek din derket pêş û di deqîqeya 81'ê de Helder Barbora encam anî 3-1'ê. Fenerbahçeyê bi Josef de Souza di deqîqeya 86'an de bersiv da lê vê têra wan nekir û Akhîsar bi ser ket.
Akhîsarê tîma mezin Galatasaray têk biribû û hatibû fînalê û yek ji tîma ku îsal kûpa heq dikir bû. Akhîsar yekem car Kûpaya Tirkiyeyê bi dest xist. Teknîk Dîrektorê Okan Buruk di dema lîstikvanî de bi formaya Beşîktaş û Galatasaray 6 caran ev kûpa bi dest xistibû lê wekî teknîk dîrektor yekem car kûpayê bi dest dixe.
Akhîsar diçe Ewropayê
Bi vê serketinê tîma Akhîsarê sala bê dê beşdarî Kûpaya UEFA'yê bibe.