Ji Amedê re riya herî qutebir
Nabî YAGCÝ
Di rojên pêþiya me de wê li TBMM* li ser ‘Pêþîlêvekirina Demokratîk’ were sekinandin û nîqaþkirin. Ev nîqaþ, kêm zêde dê ji bo danîna ber çavan ya nexþeya riya hikumetê wê girîng bibe.
Riya hikumetê ya ku heta niha ji bo çareseriyê diþopîne, heme hema dê riya ku ji bo pêþerojê jî biþopîne nîþan dide, ji ber vê yekê, kes surprîzekê di daxuyaniya ku wê hihûmet bike de hêvî nake. Lê, ku surprîz neyê hêvîkirin jî, hikûmet wê di der barê ‘Pêþîlêvekirina Demokratîk’ de cara ewil li pêþberî TBMM’yê nirxandineke bi giþtî bike û bi vî awayî di heman demê de wê çarçoweyeke berbiçav jî derxe. Heke pêþveçûnên girîng neqewimin, wê ev çarçove ji bo pêþketinê hêsanî veneguhêre.
Ji ber vê, ji min re, ev rojên ku li berî li ser sekinandina mijarê ya li TBMM’yê girîng dixuyin. Gotinên ku divê di hinek mijarên hesas de bên gotin, bi baweriya min eger di van rojan de bên gotin dibe ku hîn bikaribe bi kêrhatî be.
Gumana hikumeta Ak Partiy ê ji polîtîkaya aþtiyê ya der, a ji bo wêrekî û guncanbûna wê ya li gor pêwîstiyên cîhana hemdem ya ku bi konsepteke nû saz kiriye nîn e. Gelekî eþkere ye ku ev polîtîkayê ji niha ve Tirkiye li qada cîhanê biriye cihekî nû û rêzdarî jî dayê ye. Di vê çarçoweyê de ku em bi navê wê ya fermî bêjin, li gor berê ketina nava têkiliyeke nû bi Rêveberiya Herêma Xweser a Kurdistanê re jî rast e û ev nêzîkayiyeke nû ya ku divê jê re pîþtevanî were kirinê ye. Pêkan nîn e ku mirov rola erênî ya vê têkiya nû ku wê di çareseriya pisgirêka kurd de bilîze nebîne. Têkilî pê nekirina faktora Barzanî û bêbandorkirina wê û heta polîtîkayên do ku xwe dispêriya bêîstîkrariya Baþûrê Irakê ya bi hinceta “ hemnîjadên” tirkmen þaþ bûn. Niha dev ji vê þaþiyê tê berdan û bi aþtî û li ser pêbaweriya beramber dikevin nava hevkariyekê.
Piþtî ku ji vegeran re navber hate dayîn, lezdayîna bipêþxistina têkiliyên bi Erbîlê re, hefteya borî hevdîtina Wezîrê Karên Derveyî Davutoglu ya bi Barzanî re û gav avêtinên ji bo vekirina konsolosxaneyeka li Erbîlê gelekî bi erênî hate pêþwazîkirin, lê hindek pirs jî bi xwe re afirandin.
Yasîn Aktay jî, di rojnameya Yenî Þafakê ya roja 9’ê sermaweza 2009’an de, di bin sernavê “Ji Amedê re riyeke di ser Erbîlê re” de li ser van pirsan disekine. Bi kurtasîkirina min dibêje ku; pêþxistina têkiliyan ya bi Erbîlê re, wê neyê wateya polîtîkayeke ku PKK’ê ji dewreyê derdixe û “rizgarbûna ji feraseta der, ya ku hema hema ji îtîrafkirina navê Erbîlê re jî direve, ne tiþtekî hindik e. Em ji bîr nekin ku ev feraset bixwe, wekî pirsgirêkeke asêbûnê li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd gur dike.’’
Ligel tevlêbûna vê þîroveyê ez difikirim ku, dîsa jî divê hindek mijarên hesas neyên paþçav kirin. “Çi heyf û mixabin ku, bûyerên ku me jiyane çûyîna Amedê ya di ser Erbîlê re kiriye awayekî hîn qutebir.” Gava ku dibêjin bûyerên ku me jiyane, vegerên ku mirov jê re nikare bêje ku, ji bo her aliyan baþ hatine amadekirin û di ser de sîqilandinên þerdar û tolgir tê fêmkirin.
Qet guman nîn e, di nav aþtiyê de daketindayîna yên li çiyê û dengbirîna çekan, gava herî girîng û herî zor a ‘Pêþîlêvekirina Kurd’ pêk tîne. Ji ber neyînîtiyên ku di ceribandina ewil de pêk hatine, qet bawer nakim ku wê pejirandina zivirandina li dora deviyê çareseriyê hêsan bike.
Ku hîn bi aþkere bêjim, heke ku bi feraseta “Bi tevî Erbîlê çareserî”, “bi tevî kurdên Tirkiyeyê çareserî ” bi awayekî ku ne di nav hev de bin û bi tevî perspektîfa çareseriya siyasî li ser nesekinin, ku bi awayekî dengên çekan were birîn jî, pirsgirêka kurd, ligel gavên vekirinên nû jî, dê ber bi dahatûyê ve wekî pirskirêkeke jandar potansiyela hebûna xwe bidomîne.
Heke ku em ji dîrokê dersê bigrin, di van rojan de, ji hilweþandina dîwarê Berlînê jî ku ketiye bîst saliya xwe, fêmkirina hindek tiþtan pêkan e. Hilweþandina dîwarên fizîkî, nayê wateya hilweþandina dîwarên di seriyan de jî. Bi dirêjiya salan, hestên nîjadperest û tolgir ên ku di bin dîwarên Berlînê de kombûne, îro hemwelatiyên do yên Almanyaya Rojhilat, bi gotina wan, ew kirine “hemwelatiyên rêza duyem.” Dostekî min ê Alman ji min re gotibû ku “Em ketin rewþa kurdên we. ”
Tiþtê ku ez bi baldarî li daxuyaniya hikumetê ku wê di der barê ‘Pêþîlêvekirina Demokratîk’ li TBMM’yê de bike lê bigerim, xala ku li gor xwe hesas dibînim, dê wateya ku di nav xwe de hewandina “ bi tevî kurdên Tirkiyeyê çareserî ” û wê bi taybetî, hebûn û tunebûna gotinên ku DTP jî li ber çavan hatiye girtin nîþan didin bin. Bi þêwazeke din, wekî feraseta ku diþibe “ligel gel ji bo gel” divê feraseta “ligel kurdan çareserî ji bo kurdan” tune be.
Li gor min wekî encam; Mirov dikare di ser Erbîlê re jî biçe Amedê lê, riya herî qutebir ne ev e, ligel her tiþtî riya herî qutebir ya Enqere-Amedê ye.
Wergera ji Tirkî: Sabrî Oymak
*Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê
Ji Tarafê hatiye girtin