Diyarname
Li Îngilistanê tîm Chelsea ji bo lîstikvan Kaka 100 mîlyon Euro (176 mîlo YTL) pêşniyar kir.
Li Îngilistanê yek ji tîmên ku li dû şampiyoniyê dibeze Chelsea ye. Chelsea ku ev çend sal in ketiye dû lîstikvanên navdar vê carê ji bo listikvanê brezîlî Kaka ku li Mîlanê dilîze dest avêt bêrikê.
Li Chelsea piştî ku teknîk dîrektorê navdar Scolarî hat ser kar ji Portoyê lîstikvanê defansê Bosingwa û ji Barcelonayê lîstikvanê sehaya navîn Deco girin vê carê dixwaze golavêjê navdar Kaka bigirin.
Pereyên ku niha ji bo Kaka pêşkêş kirine ger bê pejirandin rekora transferan e.
Ji ber ku Mîlanê destûr nedaye Kaka beşdarî lîstikên Olîmpiyatê bibe aciz bûye û ji dil nêzî pêşniyara Chelsea dibe.
Kulübü Milan'ın olimpiyatlara gitmesine izin vermemesine oldukça kızan 26 yaşındaki oyuncunun Chelsea'nin teklifine sıcak baktığı belirtiliyor. Kaka, 2003 yılından bu yana Milan'da 162 maçta forma giyip 54 gol kaydetti.
Di sala 2001'ê de Zinedine Zidane bi 76 mîlyon Euroyi ji Juventusê transferê Rela Madrîdê bûbû û rekora transferan şikandibû. Ger Kaka bi vê pereyê transfer bibe dê rekora Zidane bişkîne.
Kaka ji sala 2003'ya ve li Mîlanê dilîze û bi giştî di 162 maçan de 54 gol bi formaya Mîlanê avêtiye.
Lîstikvan Kaka navê wî yê rastîn Ricardo Izecson dos Santos Leite e û di 22'yê avrêla 1982'yan de li Brasilia ya Brezilyayê hatiye dinê.
Di biçûkatiya Kaka de birê wî yê biçûk ji ber ku nekariye navê wî bibêje bi Portekîzî gotiye Caca ku tê wateya Ricardo û bi vî awayî navê Kaka lê maye.