Diyarname
Li Fûara Pirtûkan a Kayseriya Tirkiyeyê îro nivîskar û ramanwer Îhsan Elîaçik rastî êrîşan hinan hat. Hin kesan êrîşa wî kir, polîsan neşit ew bikeve hundir. Li ser vê yekê Weşanxaneya Tekîn ku pirtûkên wî diweşîne peyaman şermezarkirinê weşand û bang li weşanxaneyan kir ku piştgiriyê bikin.
Li ser vê yekê pêşî Weşanên Ayrinti, dûre Dogu Kîtapevî, dûre Weşanên Îletîşîmê daxuyanî dan, bûyer şermezar kirin û gotin ku ew ji fûarê vedikişin. Her wiha hatg otin ku ligel van weşanxaneyan Weşanên Metîs, Gunişigi, On8 jî standên xwe dane hev û ji fûarê vekişiyan.
Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Kenan Kocaturk jî daxuyaniyeke weşand û got: "Em vê bûyerê şermezar dikin û bang li endamên xwe dikin ku ji bo careke din tiştek bi vî rengî nebe ji fûarê vekişin."


