NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Tevgera Goran û Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ji Tevgera Goran îstifa dike.
Li ser sedemê îstifaya xwe Rêbaz Hemlan wiha ragihand; “Tevgera Goran biryara piştgirîkirina referandûmê nedaye û tevlî rûniştina parlamentoyê nebûye. Referandûm wê mafên kurdan bi dest bixe.”
Rêbaz Hemlan ku Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye, ji 10’ê kewçêra 2015’an ve li gel sê wezîrên din ên Tevgera Goran ji aliye PDK’ê ve ji hikumetê hatibûn dûrxistin.
Tevgera Goran ku heya niha jî tevlî proseya referandûmê nebûye û diyar dike ev biryarek a Serokê PDK’ê ya ji bo veşartina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye, ne ji bo avakirina dewleta demokratîk û dadperwere.
Ji Rojnewsê hatiye girtin