Diyarname
Hunermendê navdar Michael Jackson li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da. Albumeke Jackson li temamê dinyayê 27 mîlyon heb firotibû.
Michael Jackson di 29'ê gelawêja 1958'an de li eyaleta Indiana li navçeya Gary wekî 7'emîn zarokê malbatek ku xwedî 9 zarokan e hat dinê.
Ew digel 4 birayên xwe di 6 saliya xwe de derket ser dikê û stran got. Di pêşbaziyeke ku ew beşdar bûn de birayên Jackson bûn komek navdar.
Hunermend Jackson yekem albuma xwe ya bi tenê di sala 1972'yan de derxist û di sala 1982'yan de bi albuma "Thriller" derket lûtkeya navdariyê.
Jackson ku çend caran zewicî bavê sê zarokan e.
Vane hin agahî li ser wî:
- Yekem albuma wî di sala 1972'yan de bi navê Got to be There derket.
- Dûre ev albumên wî derketin:
Ben (1972)
Mucis and Me (1973)
Forever, Michael (1975)
Off The Wall (1979)
Thriller (1982)
Bad (1987)
Dangerous (1991)
HIStory (1995)
Invincible (2001)
Albuma wî "Thriller" li temamê dinyayê bi giştî 65 hezar heb firot û ev yek rekora dinyayê ye. Hê jî ev rekor nehatiye şikandin.
Her wiha "Dangerous" 32 mîlyon heb, "Bed" 30 mîlyon heb, "Off The Wall" û "HIStory" jî her yek 20 mîlyon heb firot.
Îro rayedarên Tiba Edlî ya Los Angelesê Fred Corral daxuyaniyeke da zapemeniyê û got: "Jackson dema anîn UCLA Medical Center dilê wî tam sekinî bû. Ew li gor saeta Tirkiyeyê di saet 00.26'an de mir. Nayê zanîn sedema mirina wî çi ye lê îro bi îhtîmaleke mezin dê otobsiyeke bê kirin."


