Diyarname
Nivîskarên kurd li Amedê dê li qada Newrozê bi xwendevanên xwe re bên cem hev û pirtûkên xwe îmze bikin.
Li gor daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê dê endamên wan ên nivîskar li qada Newroza Amedê amade bin û di heman demê de di kona komeleyê ya li qadê de pirtûkên xwe îmze bikin.
Li gor daxuyania komeleyê dê helbestvan Arjen ARÎ, Aydın ALP, Vahab KAYA, Zulkuf KIŞANAK, çîroknûs Behlûl ZELAL, Dilawer ZERAQ, Receb DILDAR, Sîdar JÎR, romancı Edîb POLAT, berhevkar Hogir BERBIR, nivîskar Îrfan BABAOGLU ûMehmet YILMAZ li qadê pirtûkên xwe îmze bikin.


