Diyarname
Romana nivîskar Elîf Şafak "Baba ve Piç" li Îngilistanê berendamê xelata Orange ye.
Li gor nûçeya The Independent 20 pirtûk îsal berendamê Xelata Orange Broadand in. Di nav van pirtûkan de romana Şafak bi navê "Baba ve Piç" (Bav û Pîç) ku li Îngilistanê bi navê "The Bastard o Istanbul" ji bo îngilîzî hatiye wergerandin û weşandin jî heye.
Her wiha rojnameyê ji bo romanê sernava "Romanûsa li Tirkiyeyê hate darizandin berendama xelata Orange ye" di nûçeya xwe de bikar aniye û ragihandiye ku Şafak ji ber vê romanê li Tirkiyeyê hatiye darizandin jî.
Serokê juriyê Kirsty Lang gotiye ku "Bav û Pîç" ne ji ber mijara xwe ya siyasî ji ber bi karakterên jin ên xurt bal kişanidye bûye berendam.
Xelatên Orange her sal li Îngilistanê didin jinên ku pirtûkên wan li Îngilistanê hatine weşandin û par nivîskar Chimamanda Ngozi Adichie bi pirtûka xwe "Half of a Yellow Sun" (Nîvê Roja Zer) xelata Orange girtibû. Kesên xelatê bigirin digel peykerek 30 hezar sterlîn jî digirin.


