Batman
Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê û Şaxa Goç Dera Batmanê ji bo dijberiya Bendava Ilisuyê li bajarê dîrokî bi beşdariya mebûs û şaredaran dar çikandin.
Di çikandina daran de mebûsa DTP'ê ya Batmanê Ayla Akat Ata, Şaredarê Batmanê Huseyin Kalkan, endamên Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê û Şaxa Goç Dera Batmanê, heyeteke ku ji Ewropayê hatibû, Jinên Meclisa DTP'a Batmanê, endamên Ciwanên Demokratên Welatparêz, xwendekarên Zanîngeha Batmanê û gelek kesên din aade bûn.
Kom pêşî li ber Şaredariya Batmanê hatin cem hev û bi erebeyan ber bi Heskîfê ve ketin rê. Komê ji ber ku reaksiyona xwe ya li hemberî Bendava Ilisu ku li Heskîfê noqav dike nîşan bide li Heskîfê dar çikandin. Di meşê de pankartên wekî "Mirov bi dîrokê dîrok bi Heskîf'ê jîn dibe", "Heskîfê ji cihê wê bar neke, bihêle ji pêşerojê re", "Heskîf nirx û hebûna me ye, sînorên nirxên me sînorên dinyaya me ne, em xwedî li nirxên xwe derên" vekirin.
Di darçikandinê de Şaredar Kalkan got ku ewê xebatên xwe yên dijî bendavê bidomînin û got ku ji bo bendav bê betalkirin ew dest bi greva birçîbûnê û greva mirinê jî bikin.
Berdevakê Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê Necati Pirinççioglu jî got ku Bendava Ilisu projeyeke şaş e û got ev proje ji bilî texrîbatê dê tiştekî bi xwe re neyne.
Foto: Mekiye GORENÇ / DÎHA