logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

  • Dîrok: 26/01/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Ji her çar parçeyan zêdetirî 30 nûnerên partî û saziyan, li ser Rojava li Brukselê civiyan. Civîn li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêk hat. Û biryar hat girtin "Roja 1'ê Reşemî wekî Rojava Rojava ya Dinyayê" hat qebûlkirin û ji bo vê yekê li hemû dinyayê wê rojê wê çalakî bêne li dar xistin. Her wiha biryar girtin ku di bin banê KNK'ê de bi beşdariya hemû nûnerên partiyan komîteya dîplomasiyê ji bo Rojava bê avakirin.
Va ne hin axaftinên beşdaran:

'RIHEKÎ MEZIN Ê YEKBÛNÊ DERKET HOLÊ'
- Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus: Wekî gel em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Niha li ser destkeftiyên kurdan planên mezin ên navneteweyî hene. Ev plan tenê bi Rojava re sînordar nîn in; planek e ku hemû Kurdistanê digire nav xwe. Li Rojhilata Navîn demaveke nû dest pê kiriye. Pêşbîniyên ku berê hatibûn kirin serûbin bûn. Ezberên kevin xera bûn. Pêwîst e em jî vê yekê bibînin.
- Dewleta Tirk bi piştevaniya dewletên navneteweyî û bi taybetî bi hêzên Şamê re, ji bo ji navbirina destkeftiyên kurdan di nav hewildanekê de ye. Armanca dijminên me ew e ku li her çar parçeyan destkeftiyên kurdan tune bikin û ji holê rakin. Ji bo vê xetereyeke mezin heye. Lewma divê em wekî hemû partiyên kurd îdeolojî û nêrînên partîvaniyê bidin aliyekî û bi perspektîfeke nû ya ku berjewendiyên gelê me esas digire nêzî mijarê bibin. Divê hemû xebat û hewildana me parastina nirx û destkeftiyên gelê me be.
- Li dijî êrîşên pêk tên di nav gelê kurd de rihekî mezin ê yekbûnê derketiye holê. Wekî gel em bi hêvî ne. Ji ber ku gelê kurd di nav yekîtiya rih de ye û li dijî êrîşan bertekên cidî nîşan dide. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bersivê bidin daxwazên gel, yekîtiya xwe ava bikin û li dijî vê yekê rawestin.

'GERE EM RAYA GIŞTÎ Û MEDYAYA EWROPAYÊ HESTIYAR BIKIN'

- Li ser navê Tevgera GORAN Mîran Salih: Ewlehiya Rojava û pergala wê, ewlehiya hemû Sûriyeyê ye. Êrîş, êrîşeke li ser herêmê ye. Li dijî mafên gelê me ye. Divê bi tundî li dijî vê were rawestin. Li Ewropayê bertekeke cidî ya gel heye, hinekî jî xebatên dîplomatîk hene. Lê ev têrê nake. Bi taybetî divê em raya giştî û medyaya Ewropayê di vê mijarê de hestiyar bikin.”

- Serokê Partiya Îslamiya Kurdistanê Hikmet Serbilind: Dewleta Tirk li pişt êrîşên li ser Rojava ye. Rejîmên Rojhilata Navîn dixwazin kurdan bifetisînin. Welatên Misilman di vê mijarê de bêdeng in, mîna ku tiştên diqewimin dipejirînin. Pêwîst e em van bibînin. Wekî gel, divê em li dijî çete û rejîmên dîktator parastina xwe ya rewa bikin.

- Nûnerê Rêxistina Rojava Xwebûn Evdilbaqî Yusif: Îro roja yekîtiya li dijî êrîşan e. Divê em hemû bi hev re wekî yek deng li ber xwe bidin.

- Tevgera Azadî-Rojava Şêx Ehmed: Wekî gel yekîtî hatiye avakirin lê di navbera partiyan de belavbûnek heye. Tiştên diqewimin bila rêveberiya Rojava bi partiyan re parve bike.

- Li ser navê Komala Hizba Komûnîst Ehmet Salihî "banga hestiyariyê" kir. Li ser navê Partiya Çep Mehmud Rojava jî destnîşan kir ku ji bo kurdan roja yekîtiyê ye. Nûnerê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Bavê Narîn jî tekez kir ku divê hemû partî li her derê cîhanê ji bo Rojava bixebitin.

DIVÊ GIRANİYÊ  BIDIN DÎPLOMASIYÊ

- Dîplomatê berê Wurya Qeredaxî: Gelê me li çar parçeyan û li gelek navendên cîhanê li ser piyan e û çalakiyan dike. Ji bo Rojava dengekî bilind derdixe. Di nav kurdan de hestiyariya yekîtiyê ava bûye. Ev tiştên erênî û xweşik in lê kêm in. Xebatên me yên dîplomatîk li nezdî dewletan û bi taybetî li NY’yê (Neteweyên Yekbûyî) kêm in. Ji bo em van kêmasiyan ji holê rakin divê em xebatên dîplomatîk bilez bikin. Ji bo vê divê em hemû derfetên xwe seferber bikin.’’

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DI NAV HEDEFÊ DE YE'

- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar: Heke em îro Rojava neparêzin, wê sibê an roja din dor bê ser Başûrê Kurdistanê jî. Pêwîst e em vê bibînin.’

- Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal: Li ser Rojava planeke navneteweyî heye. Armanc û plan ew e ku di navbera gel û baweriyên herêmê de şerekî bidin destpêkirin. Dixwazin herêmê bikin dojehê. Li vir kurd dê zirarek mezin bibînin. Lewma divê em bibin yek deng. Gelê me vê diqîre, divê em jî bibin dengê wan. Şoreşa Rojava li cîhanê dengekî mezin veda û sempatiyek mezin ava kir. Tenê armanca me ew e ku em vê hîn zêdetir belav bikin.Li dijî Kurdan biryara Enfalê hatiye girtin. Piştî Iraqê, dixwazin ya duyemîn li Sûriyeyê pêk bînin. Ev biryar ne li Şamê, li Parîsê hatiye girtin. Werin em binêrin ka em ê çawa vê bi ser bixin.

WEKÎ PARTIYA PDK-Î EM LI GEL ROJAVA NE

- Li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) Baha Îbrahîmî: Wekî partî em li gel gelê xwe yê Rojava ne. Em ne tenê piştgir in, di her warî de alî ne. Çi erk bikeve ser milê partiya me, em amade ne. Îro Rojava ye, sibê Rojhilat e. Ji bo me ferq nake. Divê em li dijî van êrîşan bibin yek deng.

- Li ser navê PYD’ê Mizgîn Ehmed: Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye. Li kolanan, di dîplomasiyê de, li ku derê be bila bibe, divê em bi yek dengî û bi hestiyarî destkeftiyên kurdan biparêzin. Heke em bibin yek, tenê wê çaxê şansê me yê serkeftinê heye. Banga me ew e li dora Rojava bibin yek.

- Li ser navê YNK’ê jî Şêx Şemal: Hikûmeta demkî ya Şamê li ser gelê me terorê dimeşîne. Dixwazin destkeftiyên ku gelê me bi dest xistine ji holê rakin. Divê em li dijî vê derkevin. Îro li Başûrê Kurdistanê, Ewropa û Bakurê Kurdistanê gelê me li ser piyan e. Divê em jî bibin bersiva gelê xwe.

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

-

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 10 2026

Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?

news
  • 12 10 2026

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

news
  • 12 10 2026

Mesûd Barzanî, Mazlûm Ebdî kir mêvan

news
  • 12 10 2026

Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev

news
  • 11 10 2026

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

news
  • 11 10 2026

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ocalan kîjan rojnameyan dixwîne?

ad

Nicole Kidman: Bila şîdeta li dijî jinan bê rawestandin

ad

Ji bo cotkaran gaveke girîng

ad

11 lîstikvanên salê hatin hilbijartin

ad

Mirca Lucescu mir

ad

Li Silopiyê 3 ciwan hatin qetilkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname