logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bi dehan bajarên kurdan bîranîna Helebçeyê

Di serî de Amed, Mûş, Batman, Wan, Enqere, Stenbol bi dehan bajaran Helebçe hate bibîranîn. Vaye lîsteya bajaran:

  • Dîrok: 16/03/2008
  • Beş: Nûçe

Di serî de Amed, Mûş, Batman, Wan, Enqere, Stenbol bi dehan bajaran Helebçe hate bibîranî. Vaya bajar bi bajar çalakiyên bîranîna Helebçeyê:

Di 16'a adara 1988'a de rejima Seddam kîmyasal avêt kurdan û 5 hezar kurd ji ber vê jehra kîmyevî jiyana xwe ji dest dan. Bûyera ku wekî Komkujiya Helebçeyê di nav dîrokê de cihê xwe girt îsal 20'emîn sala wê ye. Û li Tirkiye û bajarên kurdan bi dehan cihan komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin, şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn.


Navenda Giştî ya DTP'ê: Bila êdî Helebçe pêk neyên

Navenda Giştî ya DTP'ê ji bo salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke weşand, xwest dewletên li herêmê ji vê komkujiyê dersê derxin û êdî komkujiyên bi vî rengî pêk neyên.

Amed

Li Amedê Platforma Demokrasiya Amedê, mebûsên DTP'ê yên Amedê Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay û bi sedan kes li Deriyê Çiyê hatin cem hev û şehîdên Helebçeyê bibîr anîn. Endamê Egitim-Senê Yildirim Aslan jî helbesteke bi kurdî ku li ser komkujiya Helebçeyê ye xwend.
Li ser navê Platforma Demokrasiya Amedê berdevkê platformê yê demê Ali Akinci daxuyanî xwend û got: "Piştî Nagazaki û Hîroşîmayê Helebçe sêyemîn cih e ku çekên kîmyewî û biyolojîk ku li dinyayê hatine qedexekirin li ser kurdan hatine bikaranîn. Dewletên rojavayê û DYA ku îro xwe wekî parêzvanên demokrasî û mafên mirovan nîşan didin çekên kîmyevî firotin dewleta faşîst a Iraqê û Iraqê ev bi ser kurdan de barandin. Di encamê de 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û 7 hezar kurd jî heta dawiya jiyana xwe seqet man.

Tevgera Ciwanan a Welatparêz a Demokratîk jî li avahiya Navendî ya DTP'a Amedê hatin cem hev û Helebçe bibîr anîn.

Li Navçeya Farqîna Amedê jî Rêxistina DTP'ê ya Navçeyê bi armanca şermezarkirina Tevkujiya Helepçeyê çalakiyek li dar xist.


Enqere

ÎHD'a Enqereyê li Kolana Yukselê tevî beşdariya saziyên demokratîk û Mebûsê DTP'ê yê Dêrsimê daxuyaniyeke da û komkujiya Helebçeyê şermezar kir. Beşdaran pankartên "Me Helebçe ji bîr nekiriye" vekirin.

Her wiha li rêxistina DTP'ê ya Altindaga Enqereyê jî çalakiyeke ji bo Helebçeyê hate li dar xistin.

 

Stenbol

Li Stenbolê jî parêzvanên mafên mirovan li ber Postexaneya Galatarasayê bi pankartên "Deynên Dinyayê Ji Bo Kurdan Hene" hatin cem hev û metna ku li dor 150 kesî îmze kiribû xwendin.
Metna ku ji aliyê Parêzvanên Mafên Mirovan Eren Keskin, Veysi Altay, Leman Yurtsever, Dogan Genç û Hurriyet Şener bi sernavê "Deynên dinyayê ji bo gelê kurd hene" hatibû amadekirin û ji bo îmzekirinê hatibû pêşkêşkirin hate xwendin.
Di metnê de wisa hate gotin: "Kurd di 'sînorên dewletên' ku têde dijîn de ji roja roj de tên çewsandin, hatine asîmîlekirin, hatin qetilkirin, gundên wan hatine xirakirin û şewitandin, ew hatin sirgûnkirin. Vaye îro 16'ê adarê ye. Salvegera komkujiya Helebçeyê ku wijdanan diêşîne. Kurd nikarin li hemberî bombe û komkujiyan bêdeng bimînin!  Li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, digel polîtîkayên qetilkirin, tunehesibandina kurdan dinyayê piştgirî daye van welatan. Niha li hemberî desthilatdarên dinyayê EM bang dikin. ME JI BÎR NEKİR! EMÊ NEDIN JIBÎRKIRIN! DEYNÊN DINYAYÊ JI BO KURDAN HENE!"
Metin bi kurdî û tirkî hate xwendin.

DTP û Ciwanên Demokratîk ên Welatparêz jî li Qada Beyazitê hatin cem hev û komkujiya Helebçe û Beyazitê şermezar kirin.

 

Wan

Li Egîtîm-Sena Wanê paneleke bi beşdariya Rêveberê Kurdî Derê Hamit Duman, nivîskar Îhsan Çolemergi û helbestvan Muştehir Karakaya li dar ket. Di panelê de Mebûsê DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredara DTP'ê ya Bostaniçi Gulcihan Şimşek, Serokê DTP'a Wanê Abdurrahman Dogar, rêveber û endamên GoÇ-DER, TUYAD-DER, SKSM, KURDÎ-DER û gelek kesên din wekî guhdar û temaşevan amade bûn.
Pêşî Serokê Egitim-Sena Wanê Lezgin Botan axivî û komkujiya Helebçeyê şermezar kir

Li avahiya DTP'a Erdîşa Wanê jî ji bo bîranîna Helebçeyê pêşangeheke hate vekirin.

Li avahiya Gewaşa Wanê ya DTP'ê jî ji bo şermezarkirina komkujiya Helebçeyê ji bo rojekê çalakiya greva birçîbûnê li dar ket. Mebûsê Wanê yê DTP'ê Ozdal Uçer çû serdana çalakvanan.

Mûş

DTP'ya Bûlanixa Mûşê li avahiya xwe çalakiyeke ji bo Helebçeyê li dar xist. Şaredarê DTP'eyî yê Bûlanixê Mehmet Nazir Aras û Serokê navçeya DTP'ê Osman Sonmez axivîn.
Li Gimgimê jî DTP'ê çalakiyeke ji bo Helebçeyê li dar xist. Di çalakiyê de Şaredarê DTP'ê yê Gimgimê Demir Çelik û rêveberên DTP'ê amade bûn.


Culemêrg

Li avahiya DTP'ê ya Culemêrgê, li Gevera Culemêrgê bi beşdariya rêveber û şaredarên DTP'ê çalakiya bîranîna Helebçeyê li dar ket.

DTP'ê li Navçeya Şemzînana Culemêrgê jî bi beşdariya Şaredar Hurşit Tekin, Serokê Navçeya DTP'ê Muzaffer Akbaş, Endamê Meclisa Şaredariyê û gel çalakiyeke ji bo bîranîna Helebçeyê li dar xist.


Bedlîs

Li avahiya DTP'a Bedlîsê jî çalakiyeke hate li dar xistin. Di çalakiyê de Serokê DTP'a Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu got ku dinya li hemberî komkujiya li ser erdnîgariya kurdan bêdeng maye.


Tetwan

Li Tetwana Bedlîsê jî DTP'ê li ber Postexaneya Tetwanê daxuyaniyeke weşand.
Li Guroymaka Bedlîsê ji bo Helebçeyê mewlûdeke hate xwendin.


Agirî


Li navenda navçeya DTP'a Agirî bi beşdariya 500 kesî çalakiyeke ji bo Helebçeyê li dar ket, Serokê DTP'a Agirî Murat Ozturk axaftineke kir.

 

Mêrsîn

Bi beşdariya ÎHD'ya Mêrsînê, DTP, EMEP, SDP, Komeleya Hemwelatiyên Azad, MKM-Der û Akdeniz Goç-Derê li ber avahiya ÎHD'a Mêrsînê daxuyaniyeke hate dayîn
Li ÎHD'ya Tarsûsê jî daxuyanî hate dayîn û komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin.


Meletî

Li Meleteyî jî hem li şaxa ÎHD'ya Meletî, hem jî li navenda DTP'a Meletî du çalakiyên cihê ji bo Helebçeyê hatin li dar xistin.


Mêrdîn

Li Mêrdînê jî li navçeyan navçeya Şemrex, Qoser û Nisêbînê çalakiyên ji bo Helebçeyê hatin li dar xistin.


Batman


Li Batmanê jî li Şaxa Petrol-Îşa Batmanê bi beşdariya mebûsê DTP'ê yê Batmanê Parêzer Bengi Yildiz û rêveberên DTP'ê bîranîneke hate li dar xistin. Mebûs Bengi Yildiz axaftineke kir û got; "Li her derê ku kurd lê dijîn li hhemberî înkar û zilma têkoşîna wan didome. Di Newrozê de jî dê kurd bi awayeke xurt denge xwe bilind bikin."


Şirnex

Rêxistina DTP'a Şirnexê jî çalakiyeke ji bo bîranîna Helebçeyê li dar xist.


Qers

Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Kafkasê ya Qersê panele bi beşdariya DTP'yiyan li dar xist û Helebçe bibîr anî. Di çalakiyê de helbest hatin xwendi, sînevîzyoneke hate nîşandayîn.

 

Çewlig

Endamên Rêxistina DTP'ê ya Çewlikê jî çalakiyeke ji bo Helebçeyê li dar xist. Serokê Rêxistina DTP'ê ya Bajar Yavuz Kitay daxuyanî xwend

 

Riha

Li Rihayê bi tevlêbûna endam û nûnerên DTP, KESK, ÎHD û DÎSK li ber Kargeha Karakoyunlu daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulay Koca ku li ser navê komê daxuyanî da, bal kişand ser butçeya ku dewlet ji bo çekan vediqetîne û da zanîn ku pêwîste li hemberî vê yekê daxwaza aştiyê were bilindkirin. Koca, wiha axaivî: "Tevkujiya Helepçe ne ya yekem ne jî ya dawiye. Herî zêde li ser vê cografyayê kurd asîmîlasyon, ji warê xwe bûn, tunekirin û înkarê dijîn. Van pêkanînên ku di encapa dewleteke yekçî de derdikevin holê, cudahiyên di nava civakê de tune dike." Koma ku bê navber sloganên wekî "Wê kujer hesab bidin gel", "Bijî biratîya gelan", "Bijî aştî" avêtin, hata ber avahiya Rêxistina DTP'ê meşiya.

 

Sêrt

Li ber avahiya Şaxa ÎHD'ê bi tevlêbûna rêxistinên sivîl ên civakî daxuyaniyek girseyî hate dayîn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, wiha axivî: "Ji bo ku Helepçeyên din neyên jiyandin, ji bo şer û dagirkerî bi dawî bibin, ji bo ku li ser gelan û nasnameyan pêkûtî neyê pêkanîn; ji bo aştiyê, ji bo wekheviyê biratiyê em têkoşînê didin û em dê bidin. Em dixwazin ku berpirsiyarên tevkujiya Helepçeyê, yên tevkujiyên din, û cînayetên kirayên wan ne diyar ên li welatê me bên dîtin da ku edalet cihê xwe bibîne."


Hak-Parê Helebçe protesto kir

Her wiha li Amedê rêxistina HAK-PAR7a Amedê jî bi pêxistina mûman komkujiya Helebçeyê şermezar kir

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amed Sporê Nîgde spor şand mal: 2-0

ad

35 salan li ser text bû, mir

ad

Hejmara nû ya Bîrnebûnê derket

ad

Wêjehez dixwazin koveke ‘Wêje û Rexne’yî derxin

ad

Dengbêj Gazin û Aşik Leylî bi hev re du konseran didin

ad

Hay ji ava xwe hebin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname