Diyarname
Lijneya Hilbijartinê ya Yenîşehîra Amedê ceza li Gun TV birî, lêpirsîn li ser kurdî hate vekirin.
Gun TV ku li nava Amedê û li derdora wê weşanê dike bi îdîaya "cih daye berendamên DTP'ê û cih nedaye berendamên din" YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbiartinê) li ser daxwaza Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê ceza li Gun TV birî. YS'ê cezaya rawestandina weşana 6 rojan da Gun TV. Her wiha Şaredar û Berendamê Şaridariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û berendamê Şaredariya Yenîşehîrê yê DTP'ê Selim Kurbanoglu jî bi kurdî axivîn û televîzyonê ev weşandin dîsa 6 roj ceza lê hate birîn. YSK'ê der barê Baydemîr û Kurbanoglu de gilî li cem Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir û ji ber ku wan di xebatên hilbijartinê de zimanekî ji bilî tirkî bikar aniye xwest der barê wan de lêpirsîn bê vekirin.
Rayedarên Gun TV dan zanîn ku dê serîladêna xwe ya îtîrazî li hemberî biryarê pêk bînin. Ger îtîraza Gun TV neyê qebûlkirin dê 12 roj televîzyon bê girtin.


