Diyarname
Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FÎFA) berendamên "Lîstikvanê herî serketî yê salê" diyar kir.
Nûçeya li ser hilbijartina "Lîstikvanê Futbole yê Salê yê 2008'an" di malpera FÎFA'yê hate weÅŸandin. Ev hilbijartin bi dengdayîna teknîk dîrektoran û tîmên kaptanan li dar dikeve.
Niha navê 23 lîstikvanên futbolê berendam in û heta meha rêbendanê li gor girtina dengan dê hejmara berendaman dakeve sisêyan. PiÅŸtre ji nav van dê yek bibe yekemîn û yên din jî di rêza duyem û sêyem de cih bigirin. Lîstikvanê salê di 12'yê rêbendana 2009'an de li Zuriha Swîsreyê bê diyarkirin. Îsal 18'emîn sal e ku lîstikvanê salê tê hilbijartin.
23 kesên ku navên wan ji aliyê Komîteya Futbolê ya FÎFA'yê ve hatine diyarkirin ev in:
Emmanuel Adebayor (Togo), Sergio Agüero (Arjantîn), Andrei Arshavin (Rusya), Michael Ballack (Almanya), Gianluigi Buffon (Îtalya), Iker Casillas (Spanya), Deco (Portekîz), Didier Drogba (Côte d'Ivoire), Samuel Eto'o (Kamerun), Cesc Fabregas (Spanya), Steven Gerrard (Îngilistan), Zlatan Ibrahimovic (Swêd), Andres Iniesta (Spanya), Kaka (Brezîlya), Frank Lampard (Îngilistan), Lionel Messi (Arjantîn), Franck Ribery (Franca), Cristiano Ronaldo (Portekîz), John Terry (Îngilistan), Fernando Torres (Spanya), Ruud van Nistelrooy (Hollanda), David Villa (Spanya), Xavi (Spanya).