logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Ser xêrê: Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî vebû

Li Amedê, Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî bi merasîmekê hate vekirin.

  • Dîrok: 21/02/2012
  • Beş: Nûçe

Amed
Li Amedê, Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî bi merasîmekê hate vekirin.

Endamê Komîteya Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk di vekirinê de axivî û wiha got: "Bila Bulent Arinç biçe ji patronê xwe Fethullah bipirse ka zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye an na."

Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmedê Xanî hate vekirin. Navenda akademiyê li Sûra Amedê, li kêleka Mizgefta Mezin e. Di merasima akademiyê de endamê Komîteya Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, rêveber û endamê Kurdî-Derê û gelek kes amade bû.

Pêşî Serokê Akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Ehmdê Xanî Hayrettîn Altun axivî û ji bo kesên beşdarî merasima vekerinê bûne spasiyên xwe pêşkêş kir. Altun got ku ji bo vekirina akademiya wan bi taybetî Roja Zimanê Zikmakî hilbijartiye û wiha got: "Zextên li ser zimanê kurdî didomin. Hê jî stranên kurdî qedexene. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev daxwaza gelê kurd bê cih."

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku têkoşîna ku tê dayîn dê teqez rojekê bi ser bikeve û got: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Baydemir got "Peyameke min ji bo Enqereyê û birayên min ên tirk heye" û wisa dom kir: "Hin maf hene li dora masê mirov rûdine, nîqaş dike û li ser bazarê dike. Lê hin maf hene nîqaş û bazara wan nîn e. Mirov bi ser kesek ve awir bide û bibêje 'Tu bi her du çavên xwe mêze neke' dibe? Zimanê zikmakî divê bibe zimanê perwerdehiyê. Ji Dibistana seretayî heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê. Nîqaş û bazara vê daxwazê tune ye. Xwedîlêderketina zimanekî, xwedîlêderketina gelekî ye, xwedîlêderketina şaristaniyê ye. Kuştina zimanek, kuştina gelekî, şaristaniyekê ye. Bi her molekulê xwe, ji bo parastina ziman û çanda gelê xwe, emê têkoşînê bidin û hemû astengiyan rakin. Bijî zimanê kurdî, zimanê me dermanê me ye."

Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut jî da zanîn ku ji bo parastina ziman rola dayikan gelek girîng e.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî jî got  ku ev akademiya ku hatiye vekirin ji bo gelê kurd gelek watedar e.

Endamê Komîsyona Ziman a KCD'ê Osman Ozçelîk jî da zanîn ku gelê kurd bi têkoşîna xwe mafên xwe bidestxistine, berê xwe da Bulent Arinçê ku gotibû "Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye" û wiha got: "Bulent Arinç îdîa dike ku zimanê kurdî ne zimanê şaristniyê ye. Ev encama zihniyeta dagirker e. Bila Ariç ji Fetullah Gulen bipirse û hîn bibe ku zimanê kurdî zimanê şaristaniyê ye an na. Em ji şaristaniya Mezopotamyayê tên. Em ji ber ku xwedî şaristaniyê ne ev hezar sal in nekarîn zimanê me ji holê rakin."

Piştî vekirinê Serokê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu jî got ku ev roja dîrokî di encama têkoşîna mezin de hatine dayîn. Zorooglu di berdewamiya axaftina xwe de metneke ku ji aliyê KCD, BDP, Enstîtuya KurdÎ ya Amedê, Enstîtuya Kurdi ya Stenbolê, KURDÎ-DER, Navenda Çanda Cegerxwîn, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle, KADEP, HAK-PAR û DÎSA'yê ve hatibû amadekirin xwend.

 

***

Nûçeyên eleqedar:

- Kurd ji bo Roja Zimanê Zikmakî li kuçeyan bûn

- KNK: Ala zimanê xwe bilind bikin

- Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî vedibe

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 09 2026

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

news
  • 08 09 2026

Dr. Selçuk Mizrakli ji girtîgehê derket: Gavên demokratîk divên

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li çopê 2 tabloyên aîdê sedsalan 17'an hatin dîtin

ad

Notên ji Festîvala Çanda Kurdan a Nurnbergê

ad

Zanîngehên Japonî

ad

Omer Ugur li ser meseleya Ugur Kaymaz disekine

ad

Van BB derbasî Lîga 2'yan bû

ad

Îro Roja Nekişandina Cixareyê ya Dinyayê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname