Cemil Oguz
Yek ji pirsgirêka kurdan a ku hê jî didome navên zarokên wan bi xwe ye. Li dinyayê kurd tekane milet in ku ji navên bi zimanê xwe wêdetir navên ku bi zimanên serdestan in li zarokên kirine/dikin. Bi tirkî, erebî, farisî û bi zimanên din... Mînak: Osman, Ozkan, Sami, Faris, Dagistan, Turkan, Şenturk û hwd. Ev yek hê nû nû diguhere lê pirsgirêk didome. Em bi hev re lê binêrin...
Berî Îslamiyetê li ber destê me îstatîstîkên mezin nîn bin jî her hal kurdan navên bi kurdî li zarokên xwe dikirin. Lê piştî Îslamiyetê diyar e ku ev çand hêdî hêdî be jî guherî ye. Û piştî ku welatê kurdan parçe bû, her parçeyek ket bin destê welatekî wê çaxê ev rewşa navan zêdetir guherî. Roj hat kurdan êdî ji navên kurdî wêdetir navên ku wateya wan erebî, farisî, tirkî û bi zimanên din e li zarokên xwe kirin. Ev rastiyeke kurdan e ku hê jî tam neguheriye. Em li mînakan binêrin: Osman, Faris, Abdullah, Dagistan, Ozkan, Şenturk, Songul, Mukaddes, Turkan, Turkiye, Ereb, Sirri, Ozdal, Elî, Huseyîn, Yildiz û hwd.
Navê mebûs û hunermendên kurd bi biyanî ye
Em mirovên ji rêzê jî li aliyekê bihêlin em li navdarên kurdan ku navên biyaniyan li wan in binêrin: Mebûsê DTP’ê Osman Ozçelîk navê wî ji xelîfeyê Îslamê Osman tê. Navê mebûsê DTP’ê Îbrahîm Bînîcî ji Hezretî Îbrahîm tê. Her wiha navên mebûsên DTP’ê yên wekî Sirri (Sakik), Ozdal (Uçar), Fatma (Kurtalan) ne navên bi kurdî, navên biyanî ne.
Dîsa ji Şaredarên DTP’ê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Batmanê Huseyin Kalkan, Şaredara Bazîdê Mukaddes Kubilay, Şaredara Bismilê Şukran Aydin, Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdil, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak jî hin ji kurdên ku navên biyaniyan li wan in.
Navên hunermendên kurd jî bi vî rengî ne. Yê Mehmet Atli ji Hz. Mihemed tê, yê Alî Geçîmlî (solîstê Koma Agirê Jiyan) ji Hz. Elî tê, yê Îbrahîm Rojhilat ji Hz. Îbrahîm tê; dîsa navê Îsa Berwarî ji Hz. Îsa, yê Eyşe Şanê ji Hz. Eyşe tê, yê Meryem Xan ji Hz. Meryem û hwd.
Di qadên din de jî mînak pir in. Fermo jê çend heb: Faris (1) li Stenbolê jimarkar e navê farisan lê kirine; Şenturk (1) li Stenbolê amûrên elektrîkê ji Ewroayê tîne û bi awayî topten difroşe hin ji wan in ku navên biyanî li wan in. Dîsa navê diya rojnamegerê kurd şehîd Cengîz Altun Turkiye Altun e.
Di nav kurdên welatparêz de ev mînak pir in. Ji qada ziman û hunerê vane du mînak: Samî Tan Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye ku ev nav li wî kirine.
Ozkan Kuçuk derhênerekî kurd e ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de heta niha gelek belgefîlm kişandiye, navê tirkî li wî hatiye kirin.
Û li ser pirsa me ku çawa navekî wisa li wan hate kirin wisa gotin:
Samî Tan: “Li gundê me şêxek hebû. Ew hem şêxê gund, hem jî xwediyê gund bû. Diya min ji pîreka şêx dipirse ku çi navî li min bikin, pîreka şêx dibêje, ‘Xizmekî me heye bi navê Samî, bila navê kurê te jî Samî be.’ Bi vî awayî ev nav li min kirin. Samî, hem navê komeke zimanan e ku zimanên erebî, îbranî û akadî di nav vê komê de ne, hem jî bi erebî di wateya Bilind de ye.”
Ozkan Kuçuk: “Ji mala me ez tenê li nexweşxaneyê hatime dinê. Dema li Nexweşxaneya Xarpûtê ez hatim dinê maliyan çend nav gotine lê hemşîreyeke gotiye ‘Bila nave wî Ozkan be’ û bi vî awayî ev nav li min kirine.”
Kurd navên bi kurdî li kûçikan xwe dikin
Heta salên 90’î mînakên yeko yeko ne têde piranî kurdan navên ereban, tirkan, farisan li zarokên xwe dikirin û navên bi kurdî jî li sewalên xwe kirin.
Li gundê me navê kûçikek ‘Siwar’ bû, yê yekî din ‘Belek’, navê kûçikên din ‘Qer’, ‘Qulan’, ‘Bêran’, ‘Devreş’ bû. Û gelek mînakên wisa hebûn li gundên din jî.
‘Kevirê Ker’ têk birin
Heta salên 90’î rewşa kurdan bi vî rengî bû. Ji aliyekê ve ji ber qîmeta Îslamiyetê navên mezinên Îslamê li zarokan dihatin kirin ji aliyê din ve jî meseleya qedexeya bi kurdî û navên bi kurdî bû ku kesek bixwesta jî nediwêrî navê bi kurdî li zarokê/a xwe bike.
Zêdetir li Tirkiyeyê piştî salên 1930’î navên kurdî li Tirkiyeyê hatin qedexekirin. Kesî nedikarî naveke bi kurdî li zarokê xwe bike û wê/î di nifûsê de bide qeydkirin. Demekê qedexe wisa zêde bû kesî nediwêrî bi kurdî qala kevir û erdên xwe jî bikin. Ev qedexe bi vî awayî bû ev mijar ji bo nivîskar Selahattan Bulut bû çîrokek jî: “Li Dêrika Çiyayê Mazî navê kevirekî bi kurdî bû jêre digotin Kevirê Kerr. Di dema qedexe li her tiştî hat kirin jî ew kevir wisa ma. Mirovan dema navnîşaneke, yan pîvaneke nîşan didan digot, ‘Bi qasî heta ber Kevirê Kerr û bi vir de’ yan jî digot, ‘Ji ber Kevirê Kerr re here, tuyê bibînî’. Rojekê qeymeqamekî nû hat qezê. Di dema kar de çawa navê wê Kevirê Kerr bihîst cih de ferman da ku wê kevirê parçe bikin. Li ser vê fermanê dînamît xistin bin kevir û ew kevir parçe parçe kirin.” (2)
Piştî 90’î rewş guherî
Bi salên 90’î re di nav kurdên Bakur de têkoşîna ji bo demokrasî û azadiya kurdan bilind bû. Her ku bilind bû kurd zêdetir bi kurdiya xwe hesiyan û êdî rewşa navan jî guherî. Êdî kurdan ji dêvla navên bi biyanî navên bi kurdî wekî Azad, Serhildan, Bêrîvan, Şivan, Berxwedan, Sozdar, Zîlan, Mizgîn, Çekdar, Cegerxwîn û hwd. li zarokên xwe kirin. Ev nav di nav civakê de bi germî hatin pêşwazîkirin lê kesî nedikarî di nifûsê de van navan bide qeydkirin û ev pirsgirêk dom kir heta piştî salên 2000’î. Vê carê bi zagoneke nû navên kurdî serbest bûn lê bêyî ku di nav de tîpên “w”, “x”, “q” hebin.
Nivîskarên kurd navên xwe diguherînin
Tişteke din ku di warê navan de zêde bal kişand û jê nifşeke nû derket holê jî navên nivîskarên kurd ku bi kurdî dinivîsin bûn. Nivîskarên ku piştî salên 90’î derketin û di nav wêjeya kurdî de wekî nifşekê cihê xwe girtin bi îmzeyên kurdî nivîs nivîsandin, pirtûk derxistin. Gelek ji van ku di heman demê de memûrên dewletê bûn bi van navan piştî salên 90’î derketin holê (jê hin mînak): Îrfan Amîda, Rênas Jiyan, Dilawer Zeraq, Lal Laleş, Kawa Nemir, Zana Farqînî, Adar Jiyan, Dost Çiyayî...
Wekî encam îro li Tirkiyeyê li nifûsê jî qeydkirina navekî bi kurdî bêyî bikaranîna tîpên “w”, “x”, “q” serbest e, lê hê jî car bi caran pirsgirêk derdikevin. Digel hin memûrên dewletê yên ku li nifûsê naxwazin navên kurdî qeyd bikin hê di nav kurdan de jî tirsa ku bi rehetî herin li nifûsê navê bi kurdî li zarokê/a xwe bike ji holê ranebûye. Ji bilî vê yekê di rayedarên dewletê wekî walî, leşker û hwd. de jî ev yek ji holê ranebûye. Mînaka dawî îsal di navên Gulistan, Beybûn, Daraşîn, Nefel û Berfînê de li Amedê derket holê. Şaredariya Kayapinarê xwest van navan li parkan bike lê Waliyê Amedê ji bilî Gulistanê navên din nepejirand û red kir. (3) Lê di sala 2005’an de Waliyê Amedê navê Berfînê ku Şaredariya Yenîşehîrê xwestibû li parkekê bike qebûl kirin.
Di sedsala 21’ê de, sala 2008’an de jî çîroka navên kurdî bi her awayî didome.
1- Ew naxwazin paşnavê wan bê nivîsandin.
2- Bihuşta Lal / Selahattin Bulut/ Çîrok / Weşanên Avesta
3- DÎHA, ANF
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.